"Pêşewazî li helwesta Hikumeta Herêma Kurdistanê kirin"

NY, YE, DYA û herweha Brîtanya pêşewazî li helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin

Netewên Yekgirtî, Yekîtiya Ewrûpayê, Dewletên Yekbûyî yên Amerika û Brîtanya,û herweha Fransa û Almanya pêşewazî li helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derbarê biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê de kirin.

Yekîtiya Ewrûpayê di daxuyaniyekê de ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek bi zelalî razîbûna xwe bi beşdarîkirina di gotûbêjeke li gel hikûmeta Iraqê nîşan daye.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di 14ê Mijdarê de bi daxuyaniyekê bersiva biryara Dadgeha Federal a Iraqê da û ragihand, ku ”ew rêzê ji ravekirina madeya yekem a destûrê ya Dadgeha Bilind a Federalî re digrin. Di heman demê de tekîd dikin, ku bi baweriya wan divê ev yek bibe bingehek ji bo destpêkirina diyalogekî nîştîmanî ya giştî. Cîbicîkirina hemû madeyên Destûra Iraqê bibe sedema parastina maf, desthilat û taybetmendiyên di destûrê de hatine destnîşankiirn. Rêya tenê ya garantîkirina yekîtiya Iraqê yak u di madeya yekemîn de jî hatiye destnîşankirin, ev e.”
 

Di 05.11.2017ê de Emîndarê Gişti yê Civata Wezîrên Îraqa Federal  daxwaz ji Dadgeha Balaya Federal kir da madeya yekem a destûra Îraq rave bikin û wê dadgehê jî li roja 06.11.2017ê  biryara 122  derxist û dîtinên xwe li ser wê madeya destûrî diyar kir:

Teksta madeya yekem ji destûra Îraqê bi vî awayî ye: “Komara Îraqê dewleteke federalî serbixwe ye, xwedî serweriyeke timam e ku sîstema hukimdariyê tê de komarî, parlamentoyî û demokrasî ye, ev destûr garantera yekîtiya Îraqê ye”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin