Siddik Bozarslan
Van tirkên bêaqil çima naxwazin bibînin ku ew kîtleya gelê Cizîrê ku digel Pêşewa Mesud Barzanî meşîyan ser gorên Nuh Pêxember, Melayê Cizîrî û Mem û Zînê; jibo wê kîtleyê û kurdên serxwebûnxwaz Mesud Barzanî, Nuh Pêxember e, Melayê Cizîrî ye, Ehmedê Xanî ye û Sembola Rizgarîya Kurdistanê ye ku enerjiya 60 salên xwe di rîya têkoşînê da bêrawestandin xerc kirîye..
Ne pêwist e van tirkên hov, resmên 60 sal berê bînin di TVya xwe da nîşan bidin û bêrûtîya xwe tekrar tekrar raxînin meydana sosretîyê.
Heman pêşwazîya kurdevînî û Kurdistanevînîyê di 2014an da li Amedê jî hatibûn nîşandan jibo Pêşewayê neteweyî Mesud Barzanî û jibo berxwedana Kobanîyê jî dema pêşmêrge çûbûn hewarîya xwişk û birayên xwe jî li gelek herêman xelk daketibûn ser xîyabanan / cadeyan û kêfxweşîya xwe nîşan dabûn.
Çendek berîya bûyera Cizîrê jî li Duhokê bi munasebeta Forma Ewleyîyê dema Mazlum Ebdî çûbû salona avayîyê cîyê civînê, Mesrur Barzanî bi bazdanê pêşwazîya wî kiribû û wek du xortên ku di heman taxê da dijîyan lê demek hev nedîtibûn, bi hezkirineke germ hev hembêz kiribûn û dîsa bi bazdanê çûbûn cîyên xwe yên runiştinê.
Li vir ez behsa Serekwezîrê Başurê Kurdistanê Mesrur Barzanî û Fermandarê Hêzên Xweserîya Başurêrojavayê Kurdistanê Mazlum Ebdî dikim ku ew her du wek du xortan hev hembêz dikin û kêfxweşîya xwe ji hemî dinyayê ra didin nîşandan. Van resmên du xoşevîstên kurd dikarin bibin resmên numûne jibo vê sed salê.
Lê rêvebirên tirk qet fam nakin ku ew jibo me kurdan xerîb in û sed sal zêdetir e ku rejimên tirkan bi her awayê tade û zulmê bi karanîne, kurdan kuştine, havêtine zindanan û wd. Digel wê zulmê rejima tirk bi zimanê xwe tirkî jî zimanê kurdî kuştîye û di vê rê da gelek kurd jî kirine kujerê zimanên dayîkên xwe.
Loma kurd ji rejimên tirkan hez nekirine û nakin jî. Lê Serekê Neteweyî Mesud Barzanî, dema ji Hewlêrê hatîye Cizîrê, her wekî ku ew ji taxeka kurdî derbasî taxa dî bibe yan jî ji odeyeka mala kurdî derbasê odeya dî bûye. Eynê tişt jibo Mezlum Ebdîyê xoşevîst jî derbas dibe.
Ji vir 500 sal berê, Şaîrê me yê qedirbilind Feqîyê Teyran, di sê rêzên zêrîn da resma mizgeftek kişandîye ku ew jibo wê camîya kurdan bûye.
Bi ya min rêvebirên rejimên Ankara, Tahran û Şamê dikarin vî resmê Feqîyê Teyran yê biçûk mezin bikin û hem li hemî camîyên xwe, zanîngehên xwe, li mektebên xwe û hem jî li meclisên xwe dalaqînin û tekrar tekrar bixwînin û li ser bifikirin û her tim divê li eynikê jî binêrin. Feqîyê Teyran ê gorbihişt weha gotîye:
”Camîya Erbo xweş mekan e
Cîyê bazara ker û hêstiran e
Kerê mezin melayê wan e”