Perwerdeya Ji Bo S-400an Dest Pê Kiriye

Wezareta Berevaniya Milî ragihandiye ku bi beşdariya personelên Hêzên Esmanî li Rûsyayê perwerdeya ji bo S-400an dest pê kiriye.

Wezareta Parastina Milî aşkere kiriye ku bi beşdariya personelên Hêzên Esmanî li Rûsyayê perwerdeya S-400an dest pê kiriye.

 

Di daxuyaniya Wezareta Parastinaê de wiha hatiye gotin: "Ji bo Projeya Pergala Parastina Esmanî û Moşekan ya Herêmê ya Menzîldirêj li Gatchînaya bajarê Rûsyayê bi beşdariya personelên Hêzên Esmanî perwerdeya S-400an dest pê kir."

 

Wezaretê hefteya borî (27ê Tebaxê) diyar kiribû ku beşa duyem a S400an gihîştiye destê wan.

 

Di Derbarê S-400an de

Nifşê duyem a Projeya Pergala Parastina Esmanî û Moşekan ya Herêmê ya Menzîldirêj e ku Rûsya çêdike. Modela yekem S-300 bû. Balafirên taktîk û stratejîk, moşekên balîstîk û hemû hedefên hiporsonîk jî tê de hemû çekên asmanî yên modern dikare ji holê rake.

 

Di yek carê de dikare 300 hedefan bişopîne û di 3 deqîqeyan de amade dibe. 300 km menzîla wê heye û Hêzên Çekdar ên Rûsan di sala 2007an de bi kar aniye.

 

Sîstema S-400an ne li gorî sîstema NATOyê ye

 

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir