Perînçek: Pirsa Kurd tenê bi çek çareser dibe

Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perinçek ragihand ku “serkevtinên leşkerî yên Tirkiyê” gelek girîng in û got: “Pirsa Kurd tenê bi çekê çareser dibe.”

Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perinçek ragihand ku “serkevtinên leşkerî yên Tirkiyê” gelek girîng in û got: “Pirsa Kurd tenê bi çekê çareser dibe.”

Serokê Giştî yê Pariya Vatanê Dogu Perinçek di hevpevînek a ligel rojnameya Yurtgazetesiyê de diyar kir ku ew li dijî pêvajoya çareseriya Kurdî bûye û li dijî Tirkiyê hinek planên navnetewî hene.

Dogu Perinçek îdia dike ku planeke navnetewî ku navenda wê Amerîkayê li dijî hikûmeta Tirkiyê heye û got: “Em yekê di rapora  Rand Corporation de jî dibînin ku destpêka îsal belav kiribûn. Wî di rapora xwe ya behsa zêdebûna nijadperestiyê dike de Erdogan weke hedef nîşan dide.”

Perinçek anî ziman ku namzedê hilbijartinên seroktiya Amerîkayê yê Partiya Demokrat Joe Biden jî dixwaze hevkariya CHP, ÎYÎ Partî û HDPê bike da ku desthilatdariya Erdogan hilweşîne.

Serokê Giştî yê Pariya Vatanê dibêje“serkevtinên leşkerî yên Tirkiyê li hemberî PKKê û FETOyê (mebesta wî Cemeata Fetullah Gulen e) gelek girîng in û got: “Partiya Vatan her tim rijd bûye ku Pirsa Kurd tenê bi çekê çareser dibe. Herwiha li hemberî pêngavên Kurd û Ermenî derketiye. Em niha dibînin ku artêşa Tirkiyê bi awayekî serkevtî li dijî çalakiyên terorî tevdigere. Em jî di eniyên pêş ên senger de ne.”

 

Siyaset Haberleri

"Em ê bi awayekî çalak beşdarî hikûmeta nû bibin"
Kerîm Qemer: Şamê em ji bo civînên Parîsê agahdar nekirine
Ji bo Komîteya Amadekar ya pîrozbahîya 80ê salîya PDK-Iê
Şelal Gedo: Divê Pirsa Kurd ji pirsa HSDê cuda bê dîtin, gotara Tirkiyeyê jî guheriye
Di peymana hevkariya leşkerî ya Tirkiye û Sûriyeyê de çi heye?