Pentagonê bo vekişînê hêzeke nû şand

Hate ragihandin ku Wezareta Parastinê ya DYAyê Pentagon, bo alîkariya vekiş3ina hêzên Amerîkî ji Sûriyê hêzeke nû şandiye.

Peywirdarekî Pentagonê beyî ku navê xwe eşkere bike got: "Ez dipeyitînim ku Amerîka hêzeke nû şadiye Sûriyê da ku di pêvajoya vekişînê de parastina hêz û keresteyên leşkerî bike."

Herwiha rayedarekî din gotiye, di her pêvajoya kêmkirina leşkeran li herêmekê de, hejmara lêşkeran tê zêdekirin.

Digel ku Pentagonê li ser vê yekê bi zelalî daxuyaniyan nade, yek ji berdevkên Pentagonê Sean Robertson daye zanîn ku vekişîna birêkûpêk, li gor çerçoveya koordînaayona Meclîsa Amerîkayê tê cîbicîkirin û di vê pêvajoyê de hejmara leşkeran pêlbipêl bibe. Berdevkî herwiha diyar kir vekişîn bi hemahengiya hevpeyman û şirîkan, li gor rewşa qadê dê were kirin û ne lo gorî salnameya keyfî bê kirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin