Pentagon: Moskova niyeta xwe ya rasteqîn li Ukrayna vedişêre

.

 Di civîna çapemeniyê ya rojane de, Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê John Kirby axivî û got, ji sala 2014an ve cara ewil e Rûsya li ser sînorê Ukraynayê ewqas çek û serbazan kom dike.

John Kirby di daxuyaniya xwe de, çek, cebilxane û serbazên ku Rûsyayê li sînorên rojhilat ên Ukraynayê bi cî dike, rexne kir.

Herwiha Kirby eşkere kir, Moskova niyeta xwe ya rasteqîn vedişêre, ew hêza li wê derê dide ser hev jî dibe sedema fikarê û bi kêrî îstiqrara herêmê jî nayê.

John Kirby destnîşan kir, bala wan li ser wê xetereyê ye ku Rûsya li herêmê dibe sedem.

Li ser mijara nûçeyên ku dibêjin Amerîka du keştiyên serbazî dê bişîne Derya Reş, Kirby got ku wekî her gav hêzên leşkerî li gor rê û rêzikên Peymana Geliyan a Montroyê û bi koordînasyona Tirkiyê re şandine Derya Reş.

Kurdistan Haberleri

Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin