PENTAGON: Hevbeşiya me digel QSD’ê dê berdewam bibe

Wezareta Berevaniya Amerîkayê di derbarê alîkariya çekdarî ya bo QSD’yê de ragihand, ew tekezî li ser hevkariya xwe ya ligel Hêzên Sûriyeya Demorkatîk dikin.

Pentagon, di daxuyaniya xwe de got, ew ê li ser hevkariya xwe ya bi Quwetên Sûriyeya Demorkatîk (QSD) re ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) serkêşiya wê dike, berdewam bin.

Her wiha Pentagon destnîşan kir wan ji Tirkiyeyê re ragihiandiye ku ew çekên ji komên sûriyê yên çekdar re têne şandin, tenê ji bo erkên leşkerî yên sînordar û diyarkirî ne.

Ev daxuyanî piştî telefona Trump bo Erdoğanî hat ku ji aliyê Tirkiyê ve hatibû gotin Trump soz daye me alîkariya çekdarî ya bo YPGê bisekinîne.

Her wiha tê gotin piştî çend saetan ji daxuyaniya Tirkiyeyê DYAyê dîsa alikariya çekî ji YPGê re kiriye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin