Pentagon: Êrîşên Tirkiyê DAIŞ zindî kir

Di rapora Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) de, hat ragihandin ku bi êrîşên Tirkiyê yên ser hêzên Kurd li Rojavayê Kurdistanê re, rêxistina terorîstî DAIŞ ji nû ve ketiye liv û tevgerê û zindî bûye.

Li gor raporê her çiqas hevpeymaniyê rêxistina DAIŞê li Iraq û Sûriyê têk biriye jî hîn jî bermayiyên DAIŞê yên li Iraqê û bi taybet ên li Rojhilatê Firatê gefek in.

Di rapora Pentagonê de tê diyarkirin, yek ji metirsiya mezin ew e ku milîtanên DAIŞê ji sînorê Sûriyê derbasî Iraqê bibin û ji nû ve hebûna xwe li wir bi cî bikin e.

 Heriwiha tê destnîşankirin, niha rêxistin ketiye nav hewla zindîkirina şaneyên razayî û birêxistinkirina komên çeteyên biçûk.

Pentagon dide xuyakirin, DAIŞ ji aloziya navbera Tirkiye û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) sûde distîne û ev yek jî bûye sedema rawestîna têkoşîna dijî DAIŞê ku rêxistin liv û tevgera xwe zêde bike.

Di berdewamê de tê ragihandin, hevpeymaniyê derbarê hêzên şîe yên bi awayê serbixwe bêyî Bexdayê tevdigerin de jî ti pêşketinek bidest nexistiye ku Îranê 150 şervanên xwe yên taybet di nav milîsên şîe de bicih kiriye.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin