Pentagon: Êrîşên dronan bûne gefeke cidî

.

"Niha dronên bombekirî, bûne metirsî li ser serbaz û binkeyên me yên serbazî û dîplomatkarên me û hevbeşên Amerîkayê yên li navçeyê." 

Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby ragihand; sedema êrîşên 27ê meha borî bo ser 3 baregehên milîsên Hîzbullah û Ketayîbê Seyîdulşuheda yên li Iraq û Sûriyê ew bû ku Serokê Amerîkayê baş dizane ku niha dronên bombekirî, bûne metirsî li ser serbaz û binkeyên serbazî û dîplomatkarên wan û hevbeşên Amerîkayê yên li navçeyê.

John Kirby diyar kir; ew sê baregehên serbazî yên ku hatine armanckirin, cihên wan dronan bûn ku milîsên ser bi Îranê ji wan deran êrîşên xwe encam didan.

Kirby li ser civîna rayedarên welatê xwe ligel şanda Erebistana Siûdî ti hûrgiliyek eşkere nekir, lê belê ev gotinên wî, hevdem e ligel gefên Fermandarê Ketayîbê Seyîdulşuheda yên li hêzên Amerîkayê yên li Iraq, Herêma Kurdistanê, Kuweyt, Urdin û Erebistana Siûdî, ku gefa tolhildana êrîşên esmanî yên Amerîkayê yên li ser binkeyên serbazî xwar.

K24

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn