Pentagon: Em rêgir bûn

Gotebêjrê wezareta bervanîya Emerîyakayê (pentagon) ragehand: Gotûbêjên me li gel Tirkiyê derbarê devera aram li Rojavayê Kurdistanê berdewam e.

Gotebêjrê wezareta bervanîya Emerîyakayê (pentagon) ragehand: Gotûbêjên me li gel Tirkiyê derbarê devera aram li Rojavayê Kurdistanê  berdewam e.

Şon Robirtson, got jî: Têgehijtina hevpişik û gotûbêjên me li gel Tirkiyê bûyine rêgir li pêşîya destwerdana serbazîya Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê .

 Di dîdarekê de li gel kenala Elhure ya Emerîkayî, got jî: Wezîrê berevanîya Emerîkayê û hevtyayê wî Tirkî pêngavên cidî havêjtine daku bigehin bi têgihêjtineke hevpişik.

Herweha got jî: Dabînkirina asayîşa sinûr di navebra Tirkiyê û Rojavayê Kurdistanê  bo herdû alîyên Tirkî û Kurdî giringe.

Xuya jî kir, Ev nexşe rê desteteberê wê yekê dike ku ti pêkdadan û girjî li deverên sinûrî çê nebin.

Amaje bi wê yekê jî kir ku bizoka bingehîya evê pilanê, bawerîya pentagon ye bi rewayî ya metirsîyên Enqereyê li beranber hinek girûpên Kurdî.

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir