Pentagon: Em li ser Efrînê digel Tirkiyeyê gotûbêj dikin

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku Amerîka û Tirkiye derbarê kêmkirina herêma ragêşiyê li Efrînê gotubêj dikin.

Berdevkê Wezareta Parastinê yê Amerîkayê Adrian Rankin-Galloway teqez kir ku Amerîka û Tirkiye li ser rêyên kêmkirina rageşiya li herêma Efrînê gotûbêjan dikin.

Galloway di civîneke rojnamevaniyê de got ku derbarê kêmkirina rageşiya li Efrînê gotûbêjên dîplomatîk têne kirin.

Tirkiye di 20ê Rêbendanê de operasyona leşkerî li dijî Efrînê da destpêkirin û şer û pevçûnên di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Artêşa Tirkiyeyê, komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike dewam dike.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin