Pentagon: Em ji Bolton fermanê nastînin

Rayedarekî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ji Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) re li ser biryara vekişîna ji Sûriyê got, “Ti tiştek neguheriye. Em ji Bolton fermanê nastînin.”

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Amerîkayê John Bolton beriya serdana Tirkiyê li Îsraîlê gotibû, heta ew parastina Kurdan misoger nekin û rê li ber operasyonê negirin ji Sûriyê venakişin û vê yeke bandor li serdana Tirkiyê kiribû û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hevdîtina Bolton red kiribû.

Rayedarên Pentagonê ji WSJê re li ser mijarê dane xuyakirin ku plana vekişînê berdewam e û ji xeynî Fermana Trump wan fermaneke nû wernegirtiye.

Di nûçeya WSJê de hat gotin, “Rayedarên Amerîkî difikirîn ku wan ji Birêz Erdogan misogeriya êrîşnekirina ser hevpeymanên Amerîkayê yên Kurd wergirtiye.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin