Pentagon Em daxwaz ji Kongressê dikin bûdceya sîstema berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re pesend bike

.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) di bersiva pirseke peyamnêrê K24ê de ragihand, “Em daxwaz ji Kongressê dikin ku bûdceya sîstema berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re pesend bike.

Berdevkê Pentagonê Pat Ryder di konferanseke rojnamevanî de bersiva pirsa peyamêrê K24ê da û ragihand, “Em li bendê ne ku bûdceya sala 2024an were qebûlkirin.”

Berdevkê Pentagonê got: “Em daxwazê ​​ji Kongreyssê dikin ku budceyê pesend bike û dema ku ew hat pesendkirin, emê hûrgiliyên zêdetir gotûbêj bikin.”

Pêştir general generalê berê yê artêşa Amerîkayê Ernest Oderno ji K24ê re gotibû, divê Washington ewlehiya Herêma Kurdistanê dabîn bike, ji ber wê jî ew ji sedî sed bi şandina sîstemên berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re ye.

General Ernest Oderno got, Herêma Kurdistanê hevpareke mezin a Amerîkayê ye û niha pêwîstiya wan bi sîstema berevaniya asmanî heye, ji ber ku ew di bin gefa Îran û hevpeymanên wê de ye.

Di derbarê şandina sîstemên berevaniya asmanî ji Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê de, General Ernest Oderno got ku Pentagon dikare bi du awayan sîstemên berevaniya asmanî li Herêma Kurdistanê bicîh bike, rêya yekem perwerdekirina hêzên Pêşmerge ye ji bo bikaranîna sîstemê û rêya duyem jî ew e ku Amerîka bi xwe çavdêriya bikaranîna sîstemê li navçeyê bike.

Komîteya Asayîş û Berevaniyê ya Kongresa Amerîkayê bendek ji bo sererastkirina yasaya Wezareta Berevaniyê ya sala 2024ê zêde kiriye û tê de daxwaz kir ku sîstema berevaniya asmanî ji Hêzên Pêşmerge re were dayîn.

K24

Rojhilta Navîn Haberleri

Lapid ji ber 'plana Kurdan' rexne li Netanyahu girtin
Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin