Pentagon: Dibe vekişîna hêzên Amerîka ji 4 mehan dirêjtir be

Berpirsên wezareta berevaniya Amerîka Pentagon radigihîne ku zehmete di demeke kêmtirî 120 rojan de, Hêzên Amerîka ji Sûriyê vekişin, herî kêm 4 meh ji bo wê yekê pêwîst in.

Li gorî gotina berpirsên Amerîka ji bo medyaya Amerîkî, Serokê Amerîkayê Donald Trump çend meh bo vekişandina hêzên wî welatî ji Sûriyê daniye û dibêjin, danîna 120 rojan ne vekişandineke hêdî hêdî ye, lê ji aliyê leşkerî ve planeke guncaw e ji bo cîbicîkirina biryara vekişandina ji Sûriyê.

 

Berpirsekî Pentagonê ragihandibû ku dibe serok bi 120 rojan razî bibe û dibe ji wê demê zêdetir jî dirêj bike.

 

Li gora wan berpirsan, vekişandineke bi leztir, dibe ku metirsiyê li ser leşkeran çêke û Amerîka vê yekê bi temamî red dike.

 

Trump duh li ser îdiayên ku di nav 4 mehan de ji Sûriyeyê paş vekişin û got ku "Min derbarê peşvekişînê de tiştekî wekî hêdî yan jî lez negot. Hin kes dibêjin min gotiye ku dê di heyam 4 mehan de vekişin. Min wisa negotiye. Em dê demeke diyarkirî ji Sûriyê vekişin. Em ji Sûriyê derbikevin jî em dixwazin Kurdan biparêzin.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin