Pentagon: Çekên ku gef liTirkiyê bixwin em ê ji YPGê bistînin

Berdevkê Wezareta Bergîriyê yê Amerîka (Pentagon) yê Beşa Rojhilata Navîn Erîc Pahon ragihand, ew ê hemû çekên ku li dijî Tirkiyê gef in, ji YPGê bistînin.

Pahon, li ser babeta çekên ku dane PYD/YPGê weha got: ”Em ê bi dorê ew çekên ku hevkarê me Tirkiye tehdit dikin, bicivînin. Lîsta wan bi Tirkiyê re heye.” Pahon di mijara hêjmarân de agahî neda.

Li ser pirseka rojnamevanekî, alavên ku ne yên şerin, weke alavên ku mayîna radikin, dozer, excavator, alavên ragihandina personelan wê ji PYDê nestînin.

Pahon got; ew sîlihên zirxî yên MRAP, tivingên makînelî, roketavêj, sîlihên ku li hember alavên zirxî tên bikaranîn, dê hemû bên civandin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin