Pêngavekî giring, DÎAKURD

Federasîyonên Komelê Kurdî yên li dîyasporayê, li paytexta Danîmarka, li Kopenhaginê cîvîyan.

Rûpela Nû/Danîmarka

 

Federasîyonên Komelê Kurdî yên li dîyasporayê, li paytexta Danîmarka, li Kopenhaginê cîvîyan.

 

Federasyonên komelên Kurdistanî yên dîyasporayê ji bo pêkhanîna Konfedarasyona Federasîyonên Komelên Kurdistanî bi serpriştî û mazûvanîya Federasîyona Komelên Kurdistanî ya Danîmarka yê, li Kopenhaginê civîyan.

 

Eva nêzîkê du salan e ku federasîyonên komelên Kurdistanî yên li deveyê welat di hewla pêkhanîna Konfederasîyona komelên Kurdistanî de ne.

 

Ji bo pêkhanîna DÎAKURDê gelek caran çi bi civînên rûbirû û çi bi rêya sanalê gelek car kombûn û li ser çewanîya avakirina vî karê giring giftûgo hatibû kirinê.

 

Di dawîyê de bi beşdarîya birêvebirên Federasîyonên Danîmarka, Siwêd, Belçîka, Fînland, Norweç, Almanya û Rûsya (Rûsya yên ku ji gelek welatan pêktên) di 5-6.10.2019 de li Kopenhaginê li hev civîyan.

 

Di vî civîna du rojî de reşnivîsa destûra Konfederasîyonê hat amadekirinê. Herwiha desteykî jî ji bo peywendîyan hat destnîşankirinê.

 

Li gor pêşdîtina civînê, dê DÎAKURD di destpêka sala 2020 an de, bi civînekî berfireh û resmî Konfederasîyona Federasîyonên Komelên Kurdistanî DÎAKURD were îlan kirinê.

 

 

Siyaset Haberleri

Senherîb Bersûm: Diyalog rawestiyaye, Şam dixwaze saziyên me nehêle
Wezîrê Karên Derve yê Holendayê îstifa kir
Ofîsa Serokê Hikûmetê: Êrişa li Lalezarê ji aliyê hêzên YNKyê ve hatiye kirin
Qubad Talebanî li ser şerê li Lalezarê axivî
Li gundên Dêrsimê dengê şanoya Kirmanckî olan dide