Penaberên karker wê festîvaleke çandê li dar bixin

Komeleya Çandê ya Penaberên Karker bi awayê online û bi sernavê “Ji nijadperestîyê re na” wê pêk were.

Navenda Nûçeyan - 12em Festîvala Çand û Hunerê ya Komeleya Çandê ya Penaberên Karker (Gik-Der) ji ber Covid-19ê wê bi awayê online pêk were. Festîval her sal birêkûpêk li Bakurê Londonê pêk dihat.

Festîval wê îsal bi ser navê “Ji nijadperestîyê re na #Ezdifetisim” 28ê Hezîrana 2020an saet di navbera 14.00 û 20.00ê de bi rê ve biçe.

Erdal Erzincan, İlkay Akkaya, Pinar Aydinlar, Grup Vardîya, Lawje, Canan Sagir, İbrahim Kirilmaz û Suna Alan wê stranên xwe bistirên. Her weha rojnameger Can Dundar, Barbaros Şansal, sîyasetmedar û ekonomîst Alp Altinor, Seroka AvEG-Konê Zeynep Bîrsel, Serokê Federasyona Elewîyên Brîtanyayê Îsrafîl Erbîl, Akademîsyen Alkan Karaçam, Prof Dr. Sînan Ozbek, Hevberdevê Kongreya Demokratîk a Gelan Sedat Şenoglû û rojnameger Steve Sweeney wê beşdarî bernameyê bibin.

Bernameya festîvalê wê li ser hesabên FaceebokYoutube û Instagramê yên Gik-Derê were nîşandan. 

Bianet

 

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye