Penaberê ji Rojhilatê Kurdistanê ku li ber ofîsa NY xwe şewitandibû canê xwe ji dest da

.

Ew penaberê Rojhilatê Kurdistanê ku li pêşiya ofîsa NY a li bajarê Hewlêrê xwe şewitandibû, îşev canê xwe ji dest da.

Çavkaniyekî ji Nexweşxaneya Emercensî ya Hewlêrê ve ji Rûdawê re ragihand, “îşev derengiya şevê penaberê ji Rojhilatê Kurdistanê Behzad Mehmûdî ji ber dijwariya birînan, canê xwe ji dest da.”

Behzad Mehmûdî roja 18ê Gulanê li pêşiya ofîsa Netewên Yekbûyî li Hewlêrê agir berdabû bedena xwe û xwe şewitandibû.

Berdevkê Polîsê Hewlêrê, Hogir Ezîz nûçeya mirina penaberê ji Rojhilatê Kurdistanê ji Rûdawê re piştrast kir û ragihand: “Mixabin, ew welatiyê Rojhilatê Kurdistanê ku li pêşiya ofîsa UN agir berdabû bedena xwe, canê xwe ji dest da.”

Du penaberên siyasî yên ji Rojhilatê Kurdistanê roja Sêşemê 18ê Gulana 2021 serdana Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê kiribûn da ku alîkariya wan bikin û ji berpirsên Neteweyên Yekbûyî re gotibûn ku eger alîkarî ji wan re neyê kirin û daxwazên wan neyên cîbicîkrin ew dê xwe bişewitînin.

Piştî ku bersiveke erênî ji bo daxwazên wan herdu penebarên nehat dayîn, herdu penaberan daxuyaniyek dane rojnamevaniyê û piştre yek ji wan penaberan li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Hewlêrê li pêş çavê kamêrayan û medyayê agir berdabû bedena xwe.

Piştî bûyerê ambulanseke Ofîsa NeteweyênYekbûyî ew penaber bo nexweşxaneya emercensî ya Hewlêrê veguhestibû.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn