Pêkhatên Kurdistanê bi temamî piştgirîya referandûmê dikin

Henna dı daxuyanîya xwe de bangî gelê Kurdistanê kirîye ku di referandûmê de herin ser sandiqan û dengê 'erê' bidin..

Newzad Pols Henna li ser navê Tora Pêkhateyên Kurdistanê daxuyanîyeka nivîskî daye û gotiye hemû pêkhateyên Kurdistanê bi temamî piştgirîya referandûmê dikin.

Di daxuyanîyê de hatîye destnîşankirin; Hemû grûbên etnikî, olî û mezhebî ji bo hebûna Kurdistanê micadele kirine û xwîne xwe rijandine. Îro jî Êzîdî, Xristîyan, Zerdeştî, Kakeyî, Cuhî, Mendelî û Tirkmen hemû pêkhateyên Kurdistanê ji bo serkeftina referandûma serxwebûnê piştgirîya Seroktîya Kurdistanê û alîyên sîyasî dikin.

Herweha wî di daxuyanîya xwe de bangî gelê Kurdistanê kirîye ku di referandûmê de herin ser sandiqan û dengê 'erê' bidin..

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin