Pedersen: "Tu alî qala rûxandina rejîma Esad nake"

.

Pedersen serdana Tehranê kir û bi Wezîrê Derve yê Îranê Husên Amir Ebdullahiyan re civiya

Şandeyê Netewên Yekgirtî bo Sûriyê Geir Pedersen, rewşa Sûriyê bi “aram” bi nav kir û got: “Êdî alî behsa rûxandina rêjîma Esed nakin.”

Ev daxuyanî di dema serdana Pedersen bo Tehranê û hevdîtina wî ya bi Wezîrê Derve yê Îranê Husên Amir Ebdullahiyan re hat.

Li gorî ajansa nûçan “Fars”, Pedersen got: “Rewşa Sûriyê aram e û ti aliyek di rewşa niha de behsa guhertina rêjîmê li vî welatî nake.”

Lê Şandeyê Netewên Yekgirtî bo Sûriyê Geir Pedersen, ti agahî û hûrgilî li ser wan aliyên siyasî yên ku behsa rûxandina rêjîmê nakin, neda.

Li gor wê ahansê, di civînê de Wezîrê Derve yê Îranê hebûna hêzên Emerîkayê li Sûriyê bi neyasayî bi nav kir û got ku êrişên Îsraîlê li ser Sûriyê, astengiyan datîna pêş çareseriya siyasî li wî welatî.

Serdana Pedersen bo Tehranê di çarçoveya hewildana wî ya ji bo girêdana gera heftem a “Komîteya Destûrê” de tê, tevî ku wî encamên gerên berê bi “ne dilxweşker” bi nav kiribû.

Gera şeşem di meha Mijdara 2021ê de hat lidarxistin û 5 rojan berdewam kir û tê de gotûbêj li ser pirensîpên bingehîn ên destûrê hat kirin, lê weke yên berî wê, bê encam bi dawî bû.

Rojhilta Navîn Haberleri

Tirkiye | Di meha dawî de 16 hezar Sûriyeyî hatin dersînorkirin
Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike
Pentagon Em daxwaz ji Kongressê dikin bûdceya sîstema berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re pesend bike