Pedersen: Di Hevdîtinên bo Qanûna Bingehîn ya Sûrîyê de Ti Lihevkirin Çênebû

Di gera duyê ya hevdîtinên Komîteya Qanûna Bingehîn ya Sûrîyê de, ku li Cenevrê li dar ket, ti lihevkirin çênebû.

Navenda Nûçeyan- Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê bo Sûrîyê Geir Pedersen dîyar kir ku ew bi şandeyan re axifîne lê lijneya giştî ya bi 45 kesan kom nebûye.

‘’Em hewil didin ku lihevkirinekê çêkin, lê em hîn negêhiştine wê astê’’ Pedersen got.

Di komîteyê de ji her komeke rejîmê, ji serhildayan û ji sazîyên sîvîl 15 kes hene.

Pedersen da zanîn ku serokên şandeyên rejîm û serhildayan tenê ser pozîsyonên xwe diaxifin û jiber wê ew nikarin bo ramaneke hevbeş kom bibin.

Karbidestên NY’ê amaje dikirin ku hevdîtinên bo qanûna bingehîn ya Sûrîyê dikare rê li ber lihevkirina sîyasî û hilbijartinê veke

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir