PDKê ji bo hilbijartinan helwesta xwe ragihand

Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK) ragihand ku dê bi lîsteyeke serbixwe beşdarî hilbijartinên Herêma Kurdistanê bibin û ji bo hilbijartinên Iraqê jî diyar kir ku naxwaze partiyên kurdî bi lîsteyên cuda tev li hilbijartinên parlamantoya Iraqê bibin.

Serokê Koma PDKê ya Parlamantoya Kurdistanê Umêd Xoşna derbarê vê mijarê de ji Sputnik kurdistanê re ragihand ku" îro polîtbîroya PDKê civînek li dar xist û tê de biryar wergirtye ku bo hilbijartnên Parlamantoya Kurdistanê bi lîsteke serbixwe beşdar bibin û hîç hevpeymanyekê li gel ti parteke din neke".

Li ser beşdariya PDKê di hilbjartnên lraqê de jî got" heta niha PDK biryara dawî nedaye û peywendî bi Yekêtiya Niştîmaniya Kurdistanê de kiriye û jê xwastiye ku hemû partiyên Kurdistanê bi yek hevpeyman û lîsteyê beşdarî hilbijartinên Parlamantoyaa lraqê bibin.

Herwiha Xoşna xuya kir ku PDK naxwaze partiyên kurdî bi lîsteyên cuda beşdariyê di hilbijartinên parlamantoya lraqê de bikin ji ber ku li ser asta lraqê, pêwîstiya kurdan bi yekrêzî û yekhelwestiyê heye."

 

PDK: Şert û mercên Kerkûkê bo hilbijartinê guncav nînin

Berpirsê liqa 3yan a PDKê li Kerkûkê, Kawe Ehmed li ser biryara PDKê bo baykotkirina hilbijartinên Iraqê li Kerkûk û deverên din yên dagîrkirî ji BasNewsê re got, Kerkûk û Xurmatû û deverên din yên Kurdistanî hatine dagîrkirin û bi hêza serbazî tên birêvebirin, ji ber wê jî me biryar da li wan deveran beşdarî hilbijartinan nebin.

Kawe Ehmed her wiha got, sebebeka din ya baykotkirina hilbijartinan ew e ku li wan deveran welatiyên kurd bi taybet endam û rayedarên PDKê rastî êrişê tên, mal û milkên wan tên şewitandin û zeftkirin. Her wiha hejmara kurdan li wan deran gelek kêm bûye ji ber ku piştî xiyaneta 16 Cotmehê, bi hezaran kurdên wan deran koçber bûn. Vêca bi vê rewşê emê çawa beşdarî hilbijartinan bibin.

Wî rayedarê PDKê anî ziman ku bi berçavgirtina tevahiya wan sebeban, tê dîtin ku şert û mercên encamdana hilbijartinan li Kerkûk û Xurmatû û deverên din yên Kurdistanî nîne. Loma PDKê biryar da hilbijartinan baykot bike.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin