PDK: ”Rewşa Kurdistanê hesas e”

Encumena Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Pîrmamê bi serokatiya Mesûd Barzanî civiya

Encumena Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) îro (7.11.2017) li Pîrmamê bi serokatiya Mesûd Barzanî civiya û rewşa dawî ya Kurdistanê piştî êrişên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê bo ser Kerkûkê nirxand. Piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî hat belavkirin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Êrişa Heşda Şeibî û artêşê bo ser Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê di şeva 15 li ser 16 a Cotmeha 2017ê de, ji ber xiyanet û alîkarî û rêkevtina jêr bi jêr a çend kesên nava partiyeke Kurdistanî, her weke ku di daxuyaniyên berpirsên vê partiyê de bi aşkere amaje pê hatiye kirin, bû sedema karesatê bo bajarê Kerkûkê û çend navçeyên din û awarebûna bi dehan hezar malbatên Kurd û Ereb û Tirkmen, herwiha şehîdbûn û birîndarbûna hejmareke zêde ya xelkê sivîl bi taybetî li bajarên Xurmato, Xaneqîn, Kerkûk û derdora wan. Ewa ku bi xwînê û xebata çendîn salan destê kurdan ketibû, di nava çend saetan de kete ber metirsiya bi hederdanê, her çend ku bi wê pîlanê û siyasetê nasnameya wan navçeyan nayê guhertin, û her weke ku çawan berê siyaseta bi erebkirinê serkevtî nebûye, ji niha pê ve jî serkevtî nabe.

Serkirdatiya PDKê amaje bi binpêkirina Destûrê ji aliyê Bexdayê dike û dibêje, ku desthilatdarên Bexdayê îdiaya pabendbûn û cîbicîkirina Destûrê dikin, lê belê çawa ku di berê de çend madeyên Destûrê bipê kiribûn, vê care jî hin madeyên Destûrê binpê kirin û tekez dike, ku Bexda Destûrê li gorî berjewendî û dilê xwe bi kar tîne.

Li ser rewşa Kurdistanê piştî êrişên hêzên Iraqê, serkirdatiya PDKê radigihîne, ku rewşa Kurdistanê hesas e û daxwaz ji hemû alî û hêzên Kurdistanî dike, ku hest bi berpirsatiya niştimanî û netewî bikin û di asta vê qonaxa hesas de bin û berevaniyê li Kurdistanê bikin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de, PDK tekezî li ser piştevaniya xwe bo Hêza Pêşmerge û dezgehên ewlehiyê dike û amaje bi wê yekê jî dike, ku bikaranîna çek û leşkerkêşî pirsgirêkan çareser nake. PDK piştgiriya xwe bo diyalogeke siyasî ya ciddî û piralî jî tîne ziman û dibêje: “Bo vê mebestê civîna şandên Hikûmeta herêmê û hikûmeta Iraqa Federal bi tekane rêya çareseriyê ye.”

PDKê herwiha li hember helwest û çalakiyên wan ên bo piştgiriya li gel û xaka Kurdistanê, spas û pêzanînên xwe bo rewenda Kurdistanî ya li derveyî welatî jî nîşan da.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin