PDK: Kêşeya avakirina kabîneya nû hat çareserkirin

Piştî bi dawîbûna civîna PDK- YNKê berdevkên herdu aliyan di presskonferansekê de axivîn.

Îro, civîna şanda PDK û YNKê li Silêmaniyê pêk hat. PDK û YNK avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê gotûbêj kir.

Berdevkê  PDKê Mehmûd Mihemed aşkere kir herdu hizb bi hikûmê xebata dîrokê dest bi berpirsiyariyê dikin û bo çareseriya hemû pirsan lîjneyên çareserkirina pirsan hatine pêanîn.

Berdevkê fermî yê Partiya Demokrata Kurdistanê Mehmûd Mihemed aşkere kir:  “Hemû keşeyên peywendiya wan hene bi hukûmeta nû, serokatiya herêmê û Kerkûkê hatine çareserkirin.”

Herwiha da zanîn ku reşnivisek hatiye amadekirin sibehê wê YNK – PDK danûstendinê liser bikin û eger hat pesendkirin wê di rêûresmeke fermî da rêkeftina PDK- YNKê bêvajokirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin