PDK-Îran bi peyamekê Newroza PAKê pîroz kir

.

PDK-Îran(Partîya Demokrat a Kurdistan a Îranê) bi peyamekê Newroza PAKê pîroz kir

Komîteya Bireveber a navendî ya PAKê jî bi peyamekê Newroza PDK-Îranê pîroz kir.

Ev jî peyama PAKê ya ji bo PDK-Îranê :

Birêz Deftera Sîyasî ya Partîya Demokrat a Kurdistan a Îranê

Newroz ji bo miletê Kurd roja cejnê, roja têkoşîn, berxwedan, serhildan û yekrêzî û tifaqê ye.

Partîya Azadîya Kurdistanê wek partîyeke Bakurê Kurdistanê bi ruhê KAWAyê hesinkar, piştgir û alîkar û hevalbend û parastvanê têkoşîna azadîyê ya xuşk û birayên xwe yên Rojhilat, Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye.

Bi hêvîya ku Newroza 2021ê li her çar perçeyên Kurdistanê jî bi hest û bîr û bewerîyên neteweyî, niştimanî, agirê azadîyê û yekrêzî, hevkarî û tifaqa nav mala Kurd xurtir û geştir bike, em li ser navê hemû rêveber û endamên partîya me PAKê, Newroza we pîroz dikin.

Li gel rêz û silavên xwe

Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye