PDK-Î: Êrîşa li dijî Efrînê êrîşeke hovane û nerewa ye

Endamê Rêvebiriya Navendî û berdevkê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) Rostem Cihangirî bo operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê li hemberî Efrînê got êrîşeke hovane ye û nerewa ye.

Endamê Rêvebiriya Navendî û berdevkê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) ku di heman demê de Fermandarê Pêşmerge ye Rostem Cihangirî operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê li hemberî Efrînê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir. Li gor Cihangirî êrişa artêşa tirk a ser Efrînê êrişeke nerewa û hovane ye.

‘EM ÊRIŞA DIJMINANE MEHKÛM DIKIN'

Berdevkê PDKÎyê Rostem Cihangirî got: "Me wek partî jî ji bo êrişa artêşa tirk a ser Efrînê daxuyaniyek belav kir û me êrişa dijmine mehkûm kir. Em jî û hemû dinya jî dizane ku ev êriş ne êrişeke rewa ye û artêşa tirk rasterast dijminantiyeke bê wate li hemberî gelê kurd dike. Nabe ku piştî vê êrişa dagirkerî ji me kurdan re bêjin bira. Em vê êrişa hovanê bi tundî şermezar û mehkûm dikin."

‘EM JI HEVKARIYÊ RE AMADE NE'

Rostem Cihangirî di berdewamiya axaftina xwe de got: " Em amade ne xizmeta ku têkeve ser mile me bi cih bînin. Lê em dizanin şandina hêzê bo Efrîn an jî cihekî din meseleye çareser nake. Ji bo ku plan û projeyên hêzên navneteweyî yên leşkerî ku li Rojhilata Navîn li dijî gelê kurd tênê meydanê ji yên kurdan pir hêztir û mezintir e. Yek ji girîngiya meseleyê ev e ku divê kurd tenê ne li ser şêwazên leşkerî bisekinin, divê rêyên siyasî û dîplomatîk bikar bînin, herin meydanê û dengê mezlumiyeta kurdan bigihînin hemû sazî û dezgehên dewletên mezin ên cihanê ku biryarê li ser herêmê didin."

‘XWEDÎ DERKETIN KARÊ HEMÛ PARTIYAN E'

Cihangirî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Wek PDKÎ têkiliyên me bi dewletên derdor re tineye. PDKÎ ji bo Efrînê ji hevkariyê re amade ye. Çi were ser milê me em ê bikin û ji her xizmetê re amade ne."

Endamê Rêvebiriya Navendî yê PDKÎyê di dawiya axaftina xwe de got: "Di serî de divê kurd navmala xwe bi yek û yekdeng be, li hemû kuç û kolanên welatên biyanî çalekiyan li dar bixin û dengê kurdan bigihînin cihanê. Divê kurd li bakur, başûr, rojhilat û rojava hetanî rê li ber vê êrişa hovane ya li hemberî Efrînê bigre xwepêşandanan li dar bixin û ji hêla dîplomatîk ve têkiliyan bi dewletên wek Rûsya, Almanya, Brîtanya, Fransa û dewletên cihanê re deynin. Ev karê hamû partiyên kurd e. Ji bo ku duhî li Kerkûk, îro li Efrîn sibê jî wê li rojhilat an li bakur biqewime."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin