PDK-Î : ”Du pêşmergeyên me şehîd bûn”

Yek ji wan pêşmergeyan Endamê KN ya PDK-Î Kawa Ciwanmerd e.

Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) ragihand ku li navçeya Sewlawa ya Merîwanê, di encama şerekê de 2 pêşmergeyên wan şehid bûne ku yek ji wan pêşmergeyan Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Î Kawa Ciwanmerd e.

PDK-Î bi daxuyaniyekê ragihand ku Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Î Kawa Ciwanmerd û pêşmergeyek din ê bi navê Serkeft Samedî, di dema şerê  di navbera pêşmergeyên PDK-Î û pasdarên Îranê ya li navçeya Sewlawa ya Merîwanê de, ji hevalên xwe vediqetin.

Li gor daxuyaniyê 10 roj piştî vê pevçûnê anku roja 5ê Tîrmehê, li heman navçeyê hêzên Artêşa Îranê Ciwanmerd û hevalê wî Samedî dorpêç dikin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku Kawa Ciwanmerd û hevalê wî, heta fîşeka xwe ya dawî li dijî leşkerên Îranî şer dikin û piştî ku cebilxaneya wan diqede, bombeyên xwe di xwe de diteqînin.  

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin