PDK: Heşdî Şabî êrîşî Hewlêrê kiriye

.

Berdevkê Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed derbarê êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê peyamek belav kir û têde ragihand gûrûpekê li derveyî yasayê bi cilûber û bi navê Heşda Şeibî êrîşî ser Hewlêrê kiriye.

Îro roja sêşemê 16.02.2021ê Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed derbarê êrişa şeva duşemê 15ê Sibata 2021an ya li ser bajarê Hewlêrê daxuyaniyek da û diyar kir ku êrîş ji aliyê grûpeke li derveyî yasayê ku li rex Heşda Şeibî û bi berg û îmtiyazatên wan bûye.

Mehmûd Mihemed destnîşan kir ku bi awayekî tund êrîşê şermezar dikin, herwiha bangawazî li hikûmeta navendî ya Iraqê, hêzên hevpeymana navneteweyî û Amerîkayê kir ku bi awayekî lezgîn lêpirsînê bidin destpêkirin.

Herwiha Mehmûd Mihemed da zanîn armanca wan êrîşan têkdana aramî û asayîşa paytextê Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê bû ku çend mûşek avêtine Hewlêrê û ew bû sedema dilgiraniya welatiyan.l

Di berdewamiyê jî de Mihemed daxwaz ji hikûmeta federal a Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîka dike ku tevî protestokirina wê kiryarê, lêkolînên û pêdeçûnê bikin û bi lez aliyên berpirs li gorî yasayan ceza bikin.

Mehmûd Mihemed da xuyakirin ku cihê mixabinê ye ku bûyerên bi vî rengî çendin car e dubare bûne û ji ber cezanekirina wan taqiman cureta wan zêde bûye ku li ser wan karên xwe yên terorîstî berdewam bin.

Bi gotina Mehmûd Mihemed ew awayê serederîkirinê li gel Hewlêr û Herêma Kurdistanê encamên baş nabin û çend Iraq ne aram e di hemû waran de tûşî alozî û pirsgirêkan dike û dê ne aramiyan zêdetir bike.

Herwiha Mehmûd Mihemed got: “Tevî piştîvaniya me ya tam bo hikûmeta Herêma Kurdsitanê em radigihînin ku tevahiya serkirdayetî, kadir û endamên me bo parastina statûya Herêma Kurdsitanê û paytexta Herêma Kurdsitanê weke berê amade ne û dê berdewam bin li ser vê rêbazê.”

Kurdistan Haberleri

PWKê li Batmanê Jenosîda Dersîmê (Tertele)Bibîranî
Berdevkê PDKê: Me proseya siyasî ya Iraqê baykot nekiriye
Dema 7 salî bû ket destê DAIŞê û niha vegeriya warê bav û kalên xwe
Piştî şerê zêdetirî du mehan krîza aborî ya Îranê
CENTCOMê dest bi operasyona 'Projeya Azadiyê' li Tengava Hurmizê kir