PDK: Bila PKK rewşa Kurdistanê li ber çavan bigire û arîşeyan çêneke

.

Berpirsê pêwendiyên Kurdistanî yên PDKê Elî Husên got, bila PKK rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê li ber çavan bigire û arîşeyan çêneke.

Berpirsê pêwendiyên niştimanî yên PDKê Elî Husên di civîneke rojnamevanî de li ser hebûna hêzên PKKê li Herêma Kurdistanê ragihand, cihê xebat û şerê PKKê xuya ye li ku ye, ji ber wê jî bila PKK rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê berçav bigire û ji xelkê re arîşeyan çêneke.

Elî Husên da zanîn, “Herêma Kurdistanê beşek ji Iraqê ye. Em jî di çarçoveya wê yekê de hereket dikin. Helbet hevsoziya me bi gelê me li perçeyên din yên Kurdistanê re jî heye lê nabe kes destê xwe bixe nav karê yê din.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye