PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, TEVGER, PAK:Bakurê Kurdistan di bin zilm, bêedaletî û metirsîya ziwayî û pandemiyê de ye. Werin; em li
"Îsal li Bakurê Kurdistanê, di zivistan û biharê de berf kêm bû û li gorî 2020an di 2021ê de baran ji %40 kêmtir barî.
Li gorî agahdarîyên ku cotkar û Rêveberên Ode û Dezgehên Cotkaran didin, bi taybet li Mêrdîn, Riha û li Amedê, ji ber kêmbarîna baranê, ji ber ziwayiyê ji %80 yê çandinîyê di bin
axê de pûç dibe.
Herweha ji ber ziwayiyê û ji ber kêmbûna projeyên avdana zevîyan, cotkar mecbûr mane ku zêdetir bîrên avê lêbidin û bi ava bîran erd û zevîyên xwe av bidin. Vê yekê jî wisa kiriyê ku çend sal berê ji bîrên 60-80 metreyî av derdiket; lê niha ancax ji bîrên 600-800 metreyî av derdikeve. Ev jî dibe sebebekî mezin ê têkçûna xwezaya Kurdistanê.
Li gel vê afeta siruştî, li gorî bajarên wek Konya, Edirne, Îzmîrê, Şîrketa Elektrîkê TEDAŞ bi bihayekî 4 qatî zêdetir fatûrayên elektrîkê li cotkarên li Mêrdînê, Rihayê û Amedê dibire; ev jî dibe sebeb ku cotkar nekaribin pereyên van fatûrayan bidin û ji binî ve îflas bikin.
Li Bakurê Kurdistanê, ev afetên sirûştî, di eslê xwe de afetên aborî, civakî, koçberî û guhartina demografîyayê bi xwe re tîne.
Dewletê, bi hişekî kolonyalist ji bo koçberkirina Kurdistanîyan bi xerakirina sedan gundan li Kurdistanêbendav avakirin û dest danî ser avên Kurdistanê.
Dewleta Tirkîyeyê, ji piranîya van bendavan elektirîkê bi dest dixe û wê elektirîkê dişîne bajarên Tirkiyeyê. Lê bi awayekî bêedalatî û bi bihayekî fahîş wê elektrîkê difroşe cotkarên Kurdistanê.
Ew bendavên ku dê ji bo avdanîya erazîyan ava bikiraya pîştguh dike, da ku kurdistanî jê îstifade nekin û mecbûr bimînin ji Kurdistanê koç bikin.
Tirkîye ji damezrandina xwe ve heta roja îro, ev e 98 sal e ku, bi sîstemeke hov û dagirî, bi proje, bername û kiryarên stratejîk ve yên pir alî; leşkerî, aborî, sîyasî, civakî ve jenosîdeke
neteweyî li ser kurdan pêk tîne.
Di vê dema Pandemîya Covid-19ê de ku li cîhanê ji bo hemû mirovahîyê bûye karesat û trajedîyeke mezin, lê li Kurdistanê, ji ber siyaseta kolonyal, xelkê me hîn zêdetir di bin
barê vê karesatê de dipelçiqe, perîşan û mexdûr dibe.
Mixabin li gel vê karesata Covid-19ê jî, ziwayî, erdhej û afetên din yên sirûştî, bihayê giran yê elektrikê, zerîbeyên (vêrgiyên) zêde û bêhiqûqî, neqedandina projeyên avdana zevîyan, mexdûrîyeta gelê me li Bakurê Kurdistanê zêdetir dike û ev jî dibe sedemê xizanî û
koçkirinê û nifûsa li Bakurê Kurdistanê kêmtir dibe û civak ji hev de difelişe.
Bi sedhezaran Kurdistanî ji ber sebebên aborî, mecbûr mane ku terka cî û warên xwe bikin û li Tirkîyeyê bi cî bibin.
Ev rastî, hem dibe sebebê guhartina demografîya Kurdistanê, hem jî asîmîlasyonê hêsantir û bileztir dike û xeterîya li ser çand, ziman û kesayeta neteweyî ya milletê Kurd xurtir dike.
Dewleta Tirkîyeyê, berî her tiştî, heta bi têkoşîna Kurd û Kurdistanîyan mecbûr nemîne, dev ji vê siyaseta xwe ya dagirkerane, jenosîdal û asîmîleker bernade.
Ji ber vê rastîyê jî, divê partî, rêxistin û sazîyên kurd û kurdistanî demildest ji bo çareserkirina pirsgirêkên miletê xwe, bi zanayî, bi rêxistinî û çalaktir tevbigerin.
Em bangî gelê xwe û hemû partîyên sîyasî, dezgehên sivîl, kesayet û rîsipîyên civata xwe dikin ji bo ku ev birînên me kûrtir nebin û ji bo zerarên gelê me bêne qerebû kirin, bi hestyarîyeke neteweyî, mirovî û civakî em bi helwêsteke yekgirtî tevbigerin, alîkar û piştgirên gelê xwe yê mexdûr bin."
09.05.2021
PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, TEVGER, PAK
Kurdistan Haberleri
KURD-KAVê 26’emîn kongireya xwe ya asayî lidarxist
Îraqê li ser xwefesixkirina PKKyê daxuyanî da
Li bajarê Seqizê, rêûresmek bo yada şehîdên şoreşa Jînayê bi rê ve ço
Tekoşîna Îsmaîl Beşikçî ya bo Kurditiyê bû belgefilm
Heleb | Du zarokên Kurd bi teqîna mayînê can dan