PDK-Bakur: Partîyên Bakûrê Kurdistanê ji ber navê xwe tên dadgehkirin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur) di derbarê partiyên ku bi hinceta di navên wan de bêjeya 'Kurdistan' heye doz li wan hat vekirin de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wisa hat gotin:

"Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê di derheqa Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDK-T), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)  doza girtinê vekir.

 

Partîyên navbûrî li Bakûrê Kurdistanê bi şêweyek yasayî hatine damezrandin. Her 3 partî xebata xwe ya sîyasî bi şêweyek heşkere dikin û li ser bingehek yasayî,demokratîk û aştî xwe dayina nasandin.

Doza girtinê li her 3 parîya tê kirin bi mebesta kû di navê wan de peyva KURDISTAN heye.

Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê qedexekirina peyva KURDISTAN ê ne tenha li 3 partîyan, lê li hemî rêxistinên sîyasî, civakî, demokratîk û bi şêweyek giştî li hemî Kurdistanîyan dikê.

Doza qedexekirina peyva KURDISTAN li dij aştîya civakî ya Turkîyê ye. Helwestên wisa ne di berjewendîyên gelê turk û kurd de ye û bi şêweyek heşkere binpêkirina yasayên navnetewîye.

Pêwiste dewleta Tirkiyeyê derheqa pirsa kurd de, dev jî vê sîyaseta xwe ya xelet kû li ser bingeha înkar û êrîşkarîyê hatîyê avakirin berdê.

PDK-BAKUR, helwesta Serdozgeriya komarê ya Dadgeha bilind a Tirkiyeyê kû dixwazê peyva KURDISTAN qedexe bikê, bi tundî şermezar dikê û piştgirîya xwe didê xûyanîkirin bo PDK-T, PAK, PSK û hemî rêxistinên sîyasî, civakî û demokratîk kû di navê wan de peyva KURDISTAN heye.

13.02.2019

PDK-BAKUR

PARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ-BAKUR"

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin