Paytexta Dojehê û Qehremanên Nemir di fîlozofiyê de

Maruf Yilmaz

Felsefe, mîtolojî û efsanewî

 

      1. Paytexta Dojehê û Paytexta Bihuştê

Qehremanên nemir di wêje, kevneşopî, jiyana rojane û siyasetê de qet nayên jibîrkirin. Ocalan di çembera herî hundirîn a Paytexta Dojehê de, di qeşaya Devlet Bahçelî de wekî serokê Dojehê cemidî ye, ne wekî rêberekî çalak... Di komediya Dante de Dojeh cihekî bi neh çemberan e ku ŞEYTAN bi xwe di çembera herî hundirîn a kûrtirîn de dijî... Dante Alighieri di berhema xwe Komediya Îlahî de, Şeytan di Dojehê de cemidî ye, ne wekî serokekî çalak lê mîna semboleka veqetandina ji Xwedê...

Bihuşta Windabûyî ya Milton, Şeytan bajarekî ava mîna Paytexta Dojehê ye. Faust a Goethe jî herçend bajarekî taybet wekî Paytexta Şeytan neyê xuyankirin jî lê bi hilweşîna exlaqî ve dibe Bajarê Dojehê. Paytexta Dojehê ya Ocalan wekî Dojehê xwedî avahiyeka kûr ji qeşayê ku Şeytan wekî Rêber e, ava bûye. Li gorî Platon, rêberekî xerab jibo berjewendiya xwe hukum dike lê ne jibo qenciya gel.

 

Ocalan bixwe Dogu Perînçek û Yalçin Küçük wek dostên kurdan dida naskirin, herdu jî dijminên gelê kurd û BARZANÎ ên sondxwarî ne û avakarên Paytexta Dojehê ne. Serokê CHP ê berê Kemal Kiliçdaroglu di pirsa kurd de ji Erdogan xerabtir e. Di diasporayê de bêaqilên kurd pir in, lê pêwîstî bi kesên biaqil û zanist heye.   Zilum û zordariya dewleta tirk zêdetir bûye, lê HDP/DEM û Ocalan qala yekitiya Tirkiyeyê li kurdan dikin. Ev trajedîyek e. Pir ecêb be di dema ku AK partî pir nerm bû û qala çareserkirina pirsa kurd dikir, Demirtaş ji Erdogan re digot "em te nakin serok". Provaqasyona Cizirê, Şirnak, Sur û Afrînê jî, mijareka din e.

 

Rêberê Dojehê dikare wekî hêza wêranker jî were şirovekirin. Ocalan bi kirinên xwe Dojehê diafirîne. Di mîtolojiya kevnar de Angra Mainyu (Ahrîman) serokê Paytexta Dojehê bû. Kanîya terrorê înkarkirina gelê kurd û mafên wî ye. Ji lewre divê pêngava yekem ew e ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û di destûra Tirkiyeyê de were bicîhkirin û naskirin. Kurd li ser axa xwe bigihîjin mafên xwe yê neteweyî û Tirkiye bibe dewleteka federal.

 

Bihuşteka felsefî dikare çi be? Jibo min cîhana ramanan curekî bihuştê ye. Bihuşt ne cîyekî fîzîkî ye, lê cîhaneka ramanên rastirîn e. Paytexta bihuştê raman e, rewşek û vîzyoneka jiyana  baş e. Di felsefeya bihuşta de hesreta herî kûr  a gelê kurd jibo serxwebûn an Kurdistaneka federal  e. Bihuşt ku jibo min bajarê ramanên rastîn e. Felsefeya Ehmedê Xanî û cîhana wî dikare wekî ramana bihuşta min be. Rêberê neteweyî wekî mîmarekî bihuştê xwedî nirxên gelê xwe û prensîbên  bêdawîn e. Rêberê bajarê  bihuştê "bajarê bav û kalan"  e ku li wir her kurd an kes bikaribe jiyanaka watedar bijî. Lê ramana Ocalan a dema niha wekî Paytexta dojehê ye. Di felsefe û ola Zerdeştî de Angra Mainyu giyanê wêranker e ku bi Ahura Mazda re berevajî ye. Ocalanberevajiyê gelê xwe û Ahura Mazda ye. Ocalan bihuşta xwe winda kirîye.

 

 

Necmettin Bûyûkkaya wek Sokrates jibo ramana xwe ber bi mirinê çû û berxwedaneka dîrokî afirand. Nemiriya ne fîzîkî li ser jiyana rojane li derveyî laş bi rêya bîr, çand, huner, vegotin, raman an wêjeyê diafire. Ev qehreman an mêrên xas bi nemirina biyolojîkî ve ne girêdayî ne. Nemirina bîrê ew e ku qehreman qet nayên jibîrkirin. Sokrates, tevî ku hatiye înfazkirin jî, bi diyalogên Platon dijî. Ew di dîroka felsefeyê de nemir e. Dibe ku Ocalan mîna wezirê Astyageş Harpagosê Med be. Astyageş keyê (qiral) împeratoriya Medî yê dawiyê bû û wezirê wî Harpagos bû lê bi serok û gelê xwe re xîyanetê kir; derbasî aliyê farisan bû. Bi ya min çawa ku Harpagos bi farisan hat xapandin, Ocalan jî bi faşîstê tirk Devlet Bahçelî û neteweperestên dewleta tirk hatiye xapandin. Mussolinî li Îtalyayê wek sosyalîstekî dest bi xebata siyasî kir, lê paşê bû dîktatorekî faşîst. Wî Îtalya kişand nav şerên giran, felaket û bi Hîtler re hevalbendî kir. Ocalan jî bi faşîstê tirk Devlet Bahçelî re hevaltiyê dike. Li gorî min xiyanet dikare ji bêdengiya kurdan jî were. Kurd bêdeng in û derûdora Ocalan jî wek mirîd an koleyên dema şikefta tevdigerin. Tê gotin ku felsefeya Ocalan wekî konfederalîzma demokratîk tê binavkirin, ku ji aliyê eko-anarşîst Murray Boochin ve hatiye îlhamkirin. Lê bi ya min bingeha îdeolojîk a Ocalan di eslê xwe de ji çeptiya tirk tê lê veguheriye modeleka sosyalîst a liberal. Tê gotin ku Ocalan ketiye bin bandora Pierre Joseph Proudhon (1809 - 1865), Michael Bakunin (1814 - 1876) û Pyotr Alexsevit Kropokin (1842 - 1921) jî û ew wek wan li dijî hemû desthilatdarî, serokatî û avakirina dewletê ye. Bi dîtina min, nêrîna wan jibo "civakên piştî postmodernîzmê" derbas dibe, lê ne jibo kurdan û gelên bindest ên ku bêdewlet in. Ocalan jibo kurdan Angra Mainyu (Ahriman) e. Angra Mainyu (Ehrîman) Xwedeyê giyanê (ruh) tarîtiyê, kaos, derew û prensîba xerabiyê ye. Tê gotin ku Ocalan xwe spartiyê dewletê û teslîm bûye. Li gorî nêrîneka din dewlet gotinên xwe pê dida gotin û kirin jibo tirkkirin an tirkiyekirina Kurdistanê. Ocalan kesitiya xwe di bernameyên TV, DEM Partî û axaftina Dewlet Bahçelî de dide xuyankirin û zelalkirin. Em çawa dikarin têbigihîjin û bizanibin ku Ocalan mîna Angra Mainyu (Ahrîman) e?

Em çawan dikarin rastiya têkiliya Ocalan, Erdogan û Devlet Bahçelî bizanibin? Gelê kurd rastî tunekirin û bi zorê koçberî hatiye kirin û zimanê wan ji aliyê dewletên cûrbecûr ve hatiye înkarkirin an qedexekirin. Li ser axa xwe, mal, gund, xweza, peyzaj, çandinî, zevî, heywan û hwd., ji aliyê leşkeran ve hatine wêrankirin, bi armanca ku gelê kurd bêrûmet, bêkesayetî û bênasname bê hiştin. Ji ber vê yekê divê gava yekemîn Tirkiye bixwe avêje ji ber ku wê bixwe hemû mafên gelê kurd binpê kirîye û qirkirinên mezin pêkanîye. Divê dewlet bixwe mafê zimanê kurdî di qanûna bingehîn a xwe de bide bicîhkirin û pejirandin. Divê kurdî wekî tirkî bibe zimanê fermî daku kurd bikaribin bigihijin mafên xwe yên neteweyî. Xiyanet wekî binpêkirina fermana neteweya kurd e. Di ramana min de xiyanet dikare wekî îfadeyeka xapandina siyasî ji berpirsyariyê ye. Xiyanetkirina serokek an kesî xiyanetkirina azadiya xwe ye. Ez xiyanetê wekî binpêkirina peymanê bi nav dikim. Heke ez bi çavekî felsefeya zimanî li mijarê binêrim, hingê xiyanet pir caran bi sozan ve girêdayî ye. Bi nêrîna min sozeka şikestî ne tenê derew e, ew têkçûneka zimanê dayik û şîrê wê ye. Xiyanet înkarkirina azadiya xwe an jî înkarkirina gelê kurd e. Yudhishthira di destana Mahabharata de lehengê hindî ye ku rastgiran red kir ku derewan bike, herwisa di şer de jî. Eposên Neteweyî yên Hindistanê Mahabharata û Ramayana ne. Ev herdu berhemên mezin ên ku bingeha kevneşopiya wêjeyî û olî ya Hindû pêk tînin. Mahabharata ji aliyê Vyasa ve hatiye nivîsandin û destana herî dirêj a cîhanê ye ku zêdetirî 100 000 ayet hene. Nakokiya di navbera Pandavas û Kauravas de hene û dibin mijarên erk, nirx, edalet, şer...Duyalîzm di Mahabharata de ne tenê teknîkeka vegotinê ye, ew bingeha avahiya exlaqî ya felsefî ya destanê ye. Duyalîzma hundirîn dikare roleka pir xerab bileyize. Ev duyalîzma Hindû- Aryanî di Mem û Zîn de jî xuyan dibe.

 

Ramayana ji aliyê Valmikî ve hatiye nivîsandin. Ev destan behsa Rama, jina wî Sîta û şerê wan li dijî cinên Ravana vedibêje. Mijara sereke dilsozî, fezîlet, qurbanî û padîşahiya qenc (ideal) e. Mahabharata û Ramayana, helbestên destanî bi olî, felsefî, mîlolojî û behsa jiyana dema berê dikin. Di Mem û Zînê de ne tenê kurdayetî heye, sufîtî (sufîzm) jî heye. Sofîtî ew e ku Zîn bedewiya îlahî ye û bedewî jî xuyangeh Xwedê ye. Di kevneşopiya sufîzmê de dil hem cihê Xwedê û jî hem jî cihê êşê ye. Bi gotineka din, di Mem û Zînê de kurdayetî, wêje, felsefe, sûfîzm û mîrateya çanda Kurdistanê bi nirxên neteweya kurd ve girêdayî ye. Bekoyê Mem û Zîn mîna Angra Mainyu ye. Mem evîndar e û lêgerê îradeya xwe ye. Beko mîna Angra Mainyu hêzek e ku ”Asha” (rastî) înkar dike. Tajdîn dostê maqûl, aqilmend û rêberê giyanî ye. Bekir dijberê hesûd û antagonîst e. Şerê di navbera Spenta Mainyu û Angra Mainyu de mîna nakokîya Dehak û Kawa ye. Ahura Mazda û Spenta Mainyu dijberên Angra Mainyu ne. Angra Mainyu xerabiyê diafirîne. Ahura Mazda mîna çavkaniya ronahiyê ye. Raman beşek ji qenciyê wekî çekek li dijî Angra Mainyu (tarîtiyê) ye. Xwedayê Zerdeşt Ahura Mazda afirîner, ronahî û qencî bixwe ye û ew qet bi Angra Mainyu (Ahriman) re nebûye hevkar.

Berê Zerdeşt, mîtolojiya MÎTRA (Xwedê, Rojxwedê hebû) tucar xwe nêzikê Xwedêyê xerab (Angra Mainyu) ne kir. Li gorî mîtolojî û kevneşopiya herî kevn a gelê kurd, divê Asha (rastî) li şûna xerabiyê bixwaze ji ber ku “Angra Mainyu” temsîla derew, xapandin û bêserûberiyê dike. Mîtolojî û efsaneyên kurdî bi gelemperî bi xwezayî ve girêdayî ne, bi taybetî bi çiyan re ku wekî cihên pîroz têne dîtin. Yek ji qehremanên serhildana girtîgeha Amedê yê li dijî neheqiyê Necmettîn Büyükkaya ye û ew mîna Spartakus neyê jibîrkirin. Rola Gayomard wekî mirovê destpêkê di mîtolojiya kurdî de berdewam e. Wî li dijî Xwedayê xerabiyê Angra Mainyu (Ahrîman) têkoşîneka bêdawiyê kir. Angra Mainyu bi bêbextî Gayomard dikuje, lê ramanên baş ên Gayomard jibo gelê gelê (gelê Arî) bûn kevneşopiyeka nemirî û mîrateyeka çandî ya herheyî.  

 

            1.2 Sokrates, Nilson Mandela, Spartakus, Che Guevara, Prometheus...    

Nemirina sembolîk mijarek e ku hem ji aliyê felsefî û hem jî ji aliyê çandî ve li Kurdistanê dewlemend e. Li vir çend qehramanên mezin hene ku mirov dikarin bêyî ku bi hawayekî fîzîkî her û her bijîn, bigihîjin”nemiriyê”. Kesayetiyên dîrokî yên wekî Sokrates û Nilson Mandela bi raman, kiryar û helwestên xwe dijîn. Nêçîrvan Barzanî xwedî kapasiteyeka dîplomasî û hunereka herî bilind a diyalogê ye. Celal Talabanî jî xwedî kapasiteyeka mezin bû û cihê wî dê tim vala bimîne.

Serokên baştirîn ên cîhanê ev in: Mahatma Gandhi, Abraham Lincoln, Nelson Mandela,  Martin Kuther King û Winston Chuchill.

 

Qehremanên serhildanê yên li dijî neheqiyê yên wekî Spartakus, Che Guevara û Prometheus bi helwestên xwe ve neyên jibîrkirin. Ez li vir çar qehremanan dihizrin: Martin Luther, Sokrates, Frantz Fanon û Malala Yousafzai, her çar li hemberî dijminên xwe serî netewandin û pê bûn nemir. Ew jibo prensîpên xwe yên wekî wêrekiya sivîl, rastî û mafên mirovan radiwestin (diparêzin) bi vî hawayî derbasî nav rêpelên dîrokê bûn. Felsefeya Martin Luther li ser edaletê bi rêya protestoyên aştiyane; mirov dikare bigihîje armanca xwe. Hin kes jibo jiyaneka baş xwedî raman û kapasiteyên mezin in, ji ber hindê ew kes dibin nemir. Bi gotineka din hin nivîskarên kurd jî bi kirinên xwe ve bibin nemir. Mahatma Gandhî bêtundûtûjî kiriye prensîbeka exlaqê ya siyasî.

 

 Odysseus (Odîsseus) qehremanekî mîtolojiya Yewnanî ya berhema Homeros e. Ew mêrxasê berxwedanê ye ji ber hingê bûye nemir. Gilgameş di wêjeyê de padîşahê bajarê Urukê ye. Qiral Gilgamêş yek ji qehremanên herî kevn ê Mezopotamiyayê ye ku li jiyana herheyî digere û dixwaze mirinê bikuje.  

 

2. Şêx Abdulselam Barzanî, Şêx Mahmud Barzancî, Qazî Muhamed, Şêx Seîd û Seyîd Riza      

Mele Mistaafa Barzanî, Şêx Mahmud Barzancî, Qazî Muhamed, Şêx Seîd û Seyîd Riza li ber dijminên xwe serî netewandin ji ber hingê ew nemir in. Şêx Abdulselam BARZANÎ jibo nirxên gelê kurd û jibo bi destxistina fermîkirina perwerdeya zimanê kurdî serî netewand, ji aliyê Osmaniyan ve hat darvekirin. Jêderka BARZANÎ parastina mafên gelê kurd e. BARZANÎ RAMANA ZANÎNA KURDAYETΠ û AVAKARÊ TEVGÊRA KURD û KURDISTANÊ YE.

 

Mehdî Zana û Necmettîn Büyükkaya li girtîgehê serî netewandin û dev ji ramanên xwe bernedan. Ev herdu mêrên xas in. Nivîskarekî kurd ê diasporayê Firat Cewerî yan jî helbestvanekî kurd ku helbestekê dinivîse ku li dilê nifşan dixe, tiştekî nemir afirandiye.

 

Li vir ne pêwîste ku ez behsa Mele Mistafa BARZANÎ bikim û nirxên wî di wêje, huner, kevneşopî, siyaset û jiyana rojane de dijî. 

 

 

 

Diasporaya Kurdî li Swêdê bûye bingeha diasporayên kurdî li cîhanê. Firat Cewerî yek ji diasporaya kurdî yê Swêdê ku roleka mezin dileyize jibo nasîna  edebiyata kurdî li Swêdê û cîhanê. Edebiyata Swêdî  bi taybetî  bi rêya Mehmed Uzun, Firat Cewerî li Kurdistanê hat nasîn û ket nav civakên Swêdê. Evert Taobe û Gunnar Ekelöf di wêjeya Swêdî de kiryarên nemir afirandine ji ber vê yekê ew bûne nemir. Berhemên wan û wêjeya wan heta bi heta...Yek ji wan Mehmed Uzun e. Ji bilî nivîskar û hunermendên kurd yên neteweyên din ên wekî William Shakespeare û bi hezaran kesên wisan bi berhem, huner û kapasiteyên xwe ve bûne nemir. Taybetmendiyên qehremanên nemir hene. Wêrekiya qehremanan cesaret dike ku li dijî neheqiyê rawestin, bisekinin her çend xeternak be jî.

 

Çend ji wan ên ku nemir in: Celadet Alî Bedirxan, Ehmedê Xanî,  Mazdak, Mehmed Uzun, Nuredîn Zaza, Qanatê Kurdo, Şerefxan Bîdlîsî, Zerdeşt û gelekî nivîskarên din jî nemirinê diafirînin. Nivîskarê kurd Mehmed Emîn BOZARSLAN hê dijî, lê dê bibe nemir. Em kurd bi kar û xebatên wî serbilind in.

 

Selahedînê Eyûbî serkirdeyekî kurd e û ne pêwîste mirov li ser nîqaşê bike. Tirkkirin an erebkirina Selahedînê Eyûbî projeyeka siyasî ye.

 

2.1 Qehremanên mîtolojîk, efsaneyên dîrokî, wêje û fïlozof

Ocalan li gorî komîsyona dewletê, PKK û DEM Partiyê ew rêber e, wekî bêkêmasî nîşan didin lê bûyerên tarî yên Paytexta Dojehê vedişêrin. Xiyaneta “rêber” Ocalan derbasî dîrokê bû. Azhî Dahaka wekî Angra Mainyu (Ahrîman) e. Angra Mainyu dihê wateya ruhê Şeytan. Heke Ocalan Harpagosê Med be, hingê jibo kurdan tradîyek e. Di salên 1920 û 1923an de  Hesen Xeyrî û Îsmet Înonû bûn berdevên Mustafa Kemal Atatûrk û hizra wan ev bû; ”Em kurd naxwazin ji tirkan vebiqetin û em dixwazin di nav sinorê Tirkiyê de bijîn”. Hesen Xeyrî, Îsmet Înonû û hin xayinên kurd ên din peymana Sewrê dan betalkirin. Mustafa Kemal Atatürk ji aliyekî ve name û telegraf ji serokên kurdan re dişand û pesnên wan dida, ji aliyê din ve jî telegraf ji Kazim Karabekir û aqilmenên tirk re dişand ku kurdan jihev bixin û perçe bikin. Atatûrk serokekî durû bû û ne bitenê durû; çilrû bû, çilrûyên wî hebûn. Atatürk dixwest nakokî di navbera Seîdê Nursî, Kor Huseyn, Şêx Seîd û serokên kurdan de hebe. Erdogan mîna Mustafa Kemal Atatûrk ji aliyekî ve pesnên kurd dide û ji aliyê din ve plana qirkirina zimanê neteweyekê pêktîne.

 

Ocalan bixwe Dogu Perînçek û Yalçin Küçük wek dostên kurdan dida naskirin û têkiliyên wan ên fermî hebûn û niha jî hene, lê dijminên kurd in. Komîsyona ku hatiye damezrandin zêdetir qala azadkirina Öcalan dike; qala mafên bingehîn ên kurdan nake. Sedem dikare çi be? “Tirkiyek bê teror” û ”Pêvayoya Aştiyê” bi armanca ku ”Rojava, Rojavayê Kurdistanê mafên xwe bidest nexe û li Rojava kurd negihîjin çarenûsa xwe li ser axa xwe.

 

Di felsefeya Budîzma Mahayana de xîyanet wekî çalakiya xapok tê hesibandin ku zirarê dide xîyanetkar bixwe jî. Li gorî fîlozof Sartre û fîlozof Camus xîyanet beşek ji bêwateya hebûnê ye. Ew helwesta kesên wisan nişan dide ka mirov çawa dikarin li dijî nirxên xwe tevbigerin. Jibo min xiyanet înkarkirina eslê xwe û îfadeya nebûna nirxên xwe ye.

 

Raoul Wallenberg xwedî kirinên nemir e ji ber ku wî û hevalên xwe di dema Holokostê de bi hezaran Cihû rizgar kirin. Ew xwedî kirinên nemir e. Ew bi kirinên xwe ve dijî.  Olof Palme, bi kiryarên xwe yên li ser mafên gelên bindest nemir e. Li gorî fîlozof Kant, xiyanet binpêkirina qanûna exlaqiyê ye. Lê li gorî Nietzsche xiyanet binpêkirina xwe û kesitiya xwe ye. Wî ji exlaqa kesekî kole nefret dikir û îradeya hêz û rastbûnê diparast. Bi rastî dijminên gelê xwe kî ne?  Li gorî Platon, rêberekî xerab jibo berjewendiya hukum dike, lê ne jibo genciya gel. Bi rastî dijminên gelê kî ne? Dema ku mirov li dijî nirxên xwe tevdigere; mirov xwe înkar dike. Xiyatkirina rastiyê, di nav têkiliyan de xiyatnetkirina hebûna xwe ye. Ez Maruf Yilmaz amade me ku wek fîlozofê Yewnanî Sokrates jibo dîtinên xwe biçim mirinê. Bihuşt lihevkirina kurdan e. Bihuşt aştiya hundirîn, xwenaskirin û aqil e. Rastiya Kurd û Kurdistanê herheyî û negurbar e. Ev rastî ji aliyê propagandayê ve tê tehdîtkirin. Ji bo min cîhana ramanan wekî curekî bihuştê ye. Bihuşt ne cihekî fîzîkî ye, cîhanek ji ramanên rastirîn e. Raman di cîhanekê bêaqil de wateyekê diafirîne, dibe bihuşt... Sokrates di sala 399 BZ de ji aliye dadgeha Atînayê ve cezayê mirinê lê hat birîn. Lê  wî wateyekê diafirand. Di wê demê de Anytos serokê tevgera demokrasiya saxte ya sala 404an a BZ bû û jibo serkeftina xwe li dijî fîlozof Sokrates bû. Lykon, Meletos û Anynos Sokrates tawanbar dikirin û ez jî wekî Sokrates têm tawanbarkirin û tohmetbarkirin, ji ber dilsozî, rastgo, pênûsa min û kesitiya min e. Ez wan kesên ku dijminatiya min dikin, ez wan wek cewrikên Mustafa Kemal Atatürk dibînim. Gernasê destana Gilgamêş´î Enkîdu dê bimire û Utanpîştim jî dê mirinê bikuje. Ez Utanpîştimê kurd im, ez dê mirinê bikujim û nemirina gelê xwe bigihîjin tevahiya dûnyayê. Nimûneyên din: Giordano Bruno di sala 1800î de ji ber ku dogmayên Dêrê (kilîse) pirsîbû, rexne kiribû, li ser stûnê (darikê dirêj) hate şewitandin. Wî rexne li Dêrê girt û wê rasterast rexne kir.

 

2.2 Şîdeta sîstematîk

 

Şîdeta sîstematîk li dijî gelê kurd heye û dewlet leşkerên xwe li dijî sivîlan/kurdan bikartîne. Ev  şîdet û tirs jibo kontrolkirina kurdan heye. Qanûna navneteweyî çi dibêje? Li gorî Qanûna Navneteweyî tawanên ku li dijî mirovahiyê ne hene û ji bilî vê jî tawanên şer hene. Li Tirkiyeyê binpêkirina mafên mirovan heye. Ji ber vê yekê, pêwîstî bi demokratîkirin û reformên destûrî heye.

 

Hin bendên qanûna Bingehîn ên ku bandorê li nasname û zimanê kurdî dikin, dikarin ev bend bin: 

Bend 3: Prensîba yekitiyê diyar dike ku Tirkiye nayê parçekirin û zimanê Tirkî  tenê zimanê wê ye.   Ev yek jibo înkarkirina hebûna nasname û zimanê kurdî ye. 

Bend 301: Behsa heqaretkirina tirkîtiyê/tirkbûnê dike. Mînak: Mehdî Zana, behsa zimanê zimanê û nasnameya kurdî kiribû hate girtin. Nivîskar Orhan Pamuk behsa ermeniya kiribû hat dadgehkirin.

Destûra Bingehîn  a 1924an dibistan, komele û medyaya Kurdî qedexe dike.

 

3. Kurte

Ocalan antîteza dewleta kurdî ye, lê Barzanî teza dewleta kurdî ye. Benito Mussolinî li Îtalyayê wek sosyalîst dest bi xebata siyasî kir, lê bû dîktatorekî faşîst. Wî Îtalya kişand nav şerên navxweyî, felaket û bi Hîtler re hevalbendî dikir. Di dawiyê de ji aliyê neteweya xwe ve hat darvekirin (îdamkirin). Kesitiya Ocalan dişûbe karektera wezîrê Med Harpagos ku xîyanetê bi gelê xwe kir û derbasî aliyê farisan bû. Heta em sax bin, em dê Harpagosê ku dewleta me hilweşand û desthilatdariya me da destê farisan, em dê çawan wî xayînî ji bîr bikin. Dibe ku Ocalan jî wekî wî ji aliyê dijminên kurd ve hatiye xapandin û derbasî aliyê tirkan bûye. Ocalan jî bûye hevalbendê faşîstê tirk Devlet Bahçelî. Felsefeya Ocalan wekî konfederalîzma demoratîk tê binavkirin, ku ji aliyê eko-anarşîst Murray Boochin ve hatiye îlhamkirin. Lê bingeha îdeolojîk a Ocalan di eslê xwe de  ji çepitiya tirk tê lê veguheriye modeleka sosyalîst a liberal. Ocalan ji çepitiya tirk derbasî konfederalîzma demokratîk bû lê fîlozofê ku li pişt vê ramanê Murray Bookchîn e ku wî Ocalan ber bi Konfederalîzmê ve bir. Ocalan di dema xwe ya di girtigehê de ji aliyê Murray Boochîn ve îlham girt û îdeolojiya tevgera xwe ji nû ve şekil daye.

 

General Mazlum Abdî peyva entegrasyonê bikartîne jibo çareserkirina pirsa kurd li Rojavayê Kurdistanê. Entegrasyon peyveka Latînî "integra´tion" ye û tê wateya sererastkirinê û di encamê de  ji "integer", ku dihê wateya tevahî, bêqusûr, temam û bêşikestî. Bi gotineka din tê wateya sererastkirina tevahîyekê. Entegrasyon jibo komên etnîkî yên nûhatî an jî yên kêmneteweyên ku li Sûriyeyê dijîn, derbas dibe mînak: ermenî, sûryanî...Entegrasyon jibo Rojava tê wateya ku kurd bibin beşek ji hukumeta terorîst a Ahmed Şara, lê nabin xwedî herêmeka federal an xweserî. Bikaranîna peyva entegrasyonê ne rast e ji ber ku li dijî Sûriyeka federalî, xweserî  an  otonomiya Rojavayê Kurdistanê  ye. Rastî ji aliyê propagandayê ve tê tehtîd kirin. Jibo min  rastîya Kurdistanê herheyî û neguhbar e.

 

Rastî û rastiya Ocalan, rastî wekî lihevkirina dualî û diyaloga wê ye. Mînak berf spî ye. Rast e heke berf bi rastî spî be. Rastî wekî mantiqa navxweyî ye. Taybetmendiya rastiyê lihevkirina mantiqî di nav rewş û pergalekê de ye. Rastî wekî fonksiyon e.

Rastî bi praktîkê xuyan dibe. Rastî taybetmendiyeka dualî ye ku ji aliyê çanda siyasî û civakî ve tê avakirin. Çend celek rastî hene: zanistî, exlaqî, estetîkî hwd. Rastiya "Rêber Ocalan" di kûrahiya xwe de wenda bûye. Di wêjeyê de "Paytexta Şeytan" ne têgeheka sabît e, lê  çend berhemên kurdî cihên ku wekî navenda xerabiyê an jî Dojehê kar dikin, xuyan dikin. Wêneyên klasîk ên Paytexta Şeytan dipeyvin. Wekî Dojeha Dante ya Komediya îlahî jî xuyan dibe.

 

 

Dûmahik heye

(Referens û Çavkanî di beşa 2an de)

05.10.2025

Dr. Maruf Yilmaz