Pasdarên Îranê 3 kolberên Kurd dan ber guleyan

.

 
Pasdarên Îranê, li devera Bane ya Rojhilatê Kurdistanê 3 kolberên Kurd birîndar kirin.

Li gor malpera mafên mirova ya Hengawê diyar kiriye, do li zozanên Nenor yên bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, pasdarên Îranê komek kolberên Kurd dan ber guleyan.

Herwiha agahî didin zanîn, di wê êrîşê de kolberek bi navê Reûf Darîne, bi giranî birîndar bû.

Pêr jî li devera Hengejal ya Bane, di encama êrîşa pasdarên Îranê de, du kolber birîndar bûn.

Navê yek ji wan kolberan Ebûbekir Nadirî û navê yê din jî Kameran Ehmedî bûye.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye