Partiyên Rojhilatê Kurdistanê bersiva gefên Îranê dan

.

Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê ku ji 4 partiyan (PDK, PDKÎ, Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê û Komeleya Şoreşger ya Zehmetkêşan ya Kurdistana Îranê) pêk tê, li ser gefên fermandarê supaya pasdarên Îranê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew dever û cihên ku Îran gefê lê dixwe, kampên penaberên siyasî ne ku ji ber siyaseta zalimane ya Îranê koçber bûne.

Partiyên Rojhilatî destnîşan kirin, Îranê li behaneyan digere da ku alozî û xirabkariyên zêde bike lê ew gef û tehdîd wan ji xebatên wan sar nake.

Herwiha partiyên Rojhilat bang li civaka navdewletî, hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê kirin sînorekî li pêşiya gef û zêderewiyên Îranê deynin û li dijî wan gefan derkevin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, îro Duşemê Fermandarê Hêza Bejayî ya Supaya Pasdaran a Îranê General Mihemed Xakpûr, gef li partiyên Rojhilatî yên ku navendên wan li Herêma Kurdistanê ne xwaribû û gotibû, ew ê êrîşî wan bikin ji ber ku çalakiyên wan li ser sînor “asayişa Îranê” dixin metirsiyê.

Xakpûr herwiha daxwaz ji xelkê Herêma Kurdistanê jî kiribû ji baregehên wan partiyên dûr bikevin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin