Partiyên Rojhilata Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

Navenda hevkariyê ya partiyên siyasî yên Kurdistana Îranê bi daxuyaniyekê spasiya gelê kurd kir ku bi awayekî xurt piştgirî daye pîrozbahiyên Newrozê.

Navenda hevkariyê ya partiyên siyasî yên Kurdistana Îranê li ser pîrozbahiyên Cejna Newrozê daxuyaniyek weşand.

Navendê di daxuyaniya xwe de spasiya gelê kurd kir ku ji bo pîrozkirina Newrozê bangewaziya wan guhdar kiriye û di asteke berz de beşdarî pîrozbahiyan bûye.

Herwisa di daxuyaniyê de banga xurtkirina tifaqa kurdan hat kirin ku li dijî rejîma Komara Îslamî ya Îranê yekdeng bin û hat gotin, "Kurdên Rojhilatê Kurdistanê wekî baskekî bihêz yê neteweyî dikarin li dijî dagirkeriya maf û azadiya me û li hemberî hemû egerên sext û dijwar de dikarin îradeya xwe ya komelgeyî nîşan bide."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin