Partiyên Kurdistanê di bin Serokatiya Herêma Kurdistanê de dicivin

.

Di gelek civînên çapemeniyê yên serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, Barzanî radigihîne ku divê civînekî ku temamê partiyên Kurdistanî tevlî bibe çêbibe û ev mijar roja pêncşemê dê were cîh. Di babeta civîna partiyên Kurdistanî de şêwirmendê serokê Herêma Kurdistanê yê Nêçîrvan Barzanî Dilşad Şehab bo Rûdawê ragihandiye:

“Roja pêncşemê an ku di 8 ê Nîsana 2021an de, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî  li Hewlêrê bi terefên siyasî re dicive.

Nêçîrvan Barzanî dixwaze Serokatiya Herêma Kurdistanê bike sîwana li hev komkirina temamê aliyên siyasî. Bi qasî ku me zaniye, aliyên siyasî bo civînê amade ne. Ew civîn bo gelê Kurdistanê ye, pêwîste û divê bê lidarxistin.”


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye