Partîya Vatan ji bo rakirina peyker û sembolên Seyîd Riza serlêdan kir

Li parêzgeha Dêrsim a Bakurê Kurdistanê, Partîya Vatan ji bo rakirina sembol û peykerê yek ji rêberê kurdan Seyîd Riza, bi daxwaznameyekê serlêdana parêzgarîyê kir.

Navenda Nûçeyan- Partîya Vatan ji parêzgarîya Dêrsimê daxwaz dike ji tevahîya cade, kolan, meydan û avahîyên di nav sînorên bajêr de ne nav, peyker û sembolên rêberê kurdan Seyîd Riza bê rakirin.

Partîya Vatan di daxwaznameya de weke hincet Seyîd Riza “xayînê dewletê” nîşan dide.

Di daxwaznameya Partîya Vatanê de wiha hate gotin: “Seyîd Riza ji destpêka Komarê ve serwerîya dewletê nas nekirîye û tevî hemû hişyarî û hewlên razîkirinê, wî dest ji helwesta xwe ya berdewamkirina begîtîya feodal berneda û Mistefa Kemal Ataturk bi Tevgera Dêrsimê serhildan wî serkut kir.”

Peykerê Seyîd Riza di 29ê Tîrmeha 2010an de ji alîyê şaredarîyê ve hatibû danîn.

Seyîd Riza, kurê wî Reşik Husên, Dêrsimê Husênê Demenanî, Hesen Husênê Qureyşanî, Seyîd Husênê Qureyşanî, Elîyê Kalanî û Findik Axayê Yûsifanî di sala 1937an de şeva ku 15ê Mijdarê bi 16ê Mijdarê ve tê girêdan, ji alîyê rêveberîya dewleta Tirkîyê ve li Meydana Genim a li bajarê Xarpêtê hatin darvekirin.

Piştî darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî komkujîya Dêrsimê girantir û berfirehtir bû. Bi taybetî di salên 1937 û 1938an de bi deh hezaran Dêrsimî hatin kuştin û yên sax mayî jî hatin mişextkirin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan di sala 2011an de derbarê bûyerên Dêrsimê de gotibû: “Eger li ser navê dewletê lêborîn were xwestin û literarûrek wiha hebe, ez lêborînê dixwazim.”

Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da