Partiya Saadetê zilamek kir serokê Encûmena Jinan

.

 Partiya Saadetê, rêveberiya şaxê yê Stenbolê eşkere kir. Derket holê ku di Rêveberiya Partiya Saadetê ya Bajarê Stenbolê de li gel Encûmena Jinan hemû serokên rêveberiyê zilam in.

Şaxê Stenbolê yê Partiya Saadetê li ser hesabê xwe yê twitterê rêveberiya xwe ya nû eşkere kir.

Derket holê ku di Serokatiya Dîwanê ya Şaxê Stenbolê yê Partiya Saadetê de, ti berpirseke jin nîne û ji bo Encûmena Jinan jî zilamek wek berpirs hate destnîşankirin.

Di twita Şaxê Stenbolê yê Partiya Saadetê belav kirî de wiha hate nivîsandin: “Serokatiya Dîwana me ya nû hate erkdarkirin, li partiya me û li Stanbolê pîroz be. Ji bo Stenboleke mirov bikare lê bijî`; em dê destê hev bigirin, bi bawerî, eşq û xîret...”

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê