Partiya Netenyahu hilbijartinan qezenc kir

.

Li gorî encamên destpêkê, Partiya Lîkod a bi serokatiya Benjamin Netayahu di hilbijartinên Îsraîlê de li pêş e, lê dîsan jî nikare bi tenê hikûmetê pêk bîne.

Benjamîn Netayahu ku 12 sal in serokwezîr e, serkeftina partiya xwe di wan hilbijartinan de ragihand.

Paritya Lîkod kursiyên xwe zêde kirine, 2 mijar bûne sedem ku xelkê Îsraîlê zêdetir baweriyê bidin Benjamîn Netayahu. Ew jî proseya aştiyê li gel welatên Erebî û baş karkirin ji bo rûbirûbûna Coronayê û dabeşkirina vaksînê. Niha Îsraîl di warê dabeşkirina vaksîna dijî coronayê û rûbirûbûna wê virusê de, di cîhanê de yekem e.

Ev yek jî bûne sedem ku şansê Benjamîn Netayahu zêde bibe careke din jî serkirdatiya hikûmeta wî welatî bike, her weke ku 12 sal e dike.

Dibe ku partiya Netanyahu 37 kursiyan bidest bixe.

Ji bo pêkanîna hikûmetê, Netanyahu pêwîstî bi 61 kursiyan heye. Lewra ew neçare hikûmeta hevpeymanî pêk bîne.


 

Rojhilta Navîn Haberleri

PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin
Macron, Starmer û Merz derbarê xwenîşandanên li Rojhilat û Îranê daxuyaniyeke hevpar da