Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) dest bi perwerdehîya navxweyî kirîye

.

RÛPELA NÛ/Partîya Azadîya Kurdistanê/PAK di perwerdeya kadir û endamên xwe de berdewam e.

Di 23.01.2021 de Partîya Azadîya Kutdistanê/PAK, bi rêya ZOOMê ji bo perwerdehîya kadir û endamên xwe semînera duyem pêk anî.

Di van şertên kovîd 19 de Partîya Azadîya Kurdistanê/PAK, eva demeke bi mijarên cûda dest bi bernameya perwerdehîya navxweyî ya kadir û endamên xwe kirîye.

Bernameya yekem ya perwerdehîyê, di derbarê disîplînê de bû. Di wî semînerê de bi giştî têgeha disiplînê û bi taybetî disîplîna navxweyî hat axaftin.

Ev car jî; Xala Demokrasîyê ku di rêzname/tuzuka partîyê de hatîyê dîyarkirinê êdî baş were têgihîştinê û bikarhanînê, mafê rêvebir û endaman, peywîr/erk û berpirsîyarî, azadîya navxweyî, demokrasî, aheng û hevrêzîyê bi hemî endamanre were nirxandinê û bibe ehlaqê partîyê, di roja 23.01.2021 de, bi pêşkêşîya Mehmet Gul, Nurulah Timur û Bawer Kevir ve semîner lidarxist.

Piştê pêşkêşîya semînervanan, bi pirs û şîroveyên kadir û endamên beşdar û bersivên semînervanan, semîner bi awayekî berhemdar, ku beşdar jê gelekî kêfxweş bûn û bi kêr didîtin qedîya.

Ev cûre semîneran dê bi bernameyekî peryodîkî û mijarên cûda bidomin.

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk di derbarê ‘’pêvajoya heyî’’ û behsên guhertina hinek yasayan de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Parlamentoya Sûriyeyê çend Kurd hene û kî ne?
Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin