Parlementoya Kurdistanê: “Divê PKK û Tirkiyê ji serweriya me re rêz bigrin”

.

 Parlementoya Kurdistanê bang li Tirkiyê û PKK ê kir da rêz li serweriya Herêma Kurdistanê bigrin. Serokê Komîsyona Pêşmerge yê Parlementoya Kurdistanê Rêwing Hirorî bangê ragihand. Hirorî got ku rêya Pêşmerge bikartîne, çandina bombeyan bo ser wê guzergahê li dijî rêzgirtina mafên mirovane û bangê kir da PKK ji sînorên herêma Kurdistanê dûr bikeve bang li hukumeta Herêmê kir da muzakereyan bike.

Di bangê de Hirorî ragihand ku PKK her roj Tirkiyê ber bi nav sînorê Herêma kurdistanê dikşîne û xelkê li ser sînorê Kurdistanê dijî, jiyana wan dixe talûkê.

Di rojên borî de PKK ê di wexta derbasbûna pêşmergeyan de mayînê xistibû bin rêya wan û di encamê de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest dabû û pêşmergeyekî birîndar bûbû.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin