Parlementoya Îranê çêkirina eyaletek nû li Rojhilatê Kurdistanê red kir

Nûnerê bajarê Xoy ew pêşniyar kiribû

Pêşniyara çêkirina eyaletek nû li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê parlementoya Îranê ve hat redkirin.

Çend roj berê nûnerê bajarê Xoy yê Rojhilatê Kurdistanê li parlementoya Îranê, seyîd Teqî Kebîrî pêşniyar kiribû eyaletek nû li Rojhilatê Kurdistanê bi navê eyaleta “Azerbaycana Sînorî” were çêkirin û navenda wê jî bajarê Xoy be.

Li gorî medyaya Îranê, ew pêşniyar ku destpêkê ji aliyê 67 parlementeran ve hatibû îmzekirin, piştî dijberiyên tund yên hinek parlementeran bi taybet parlementerên azerî (turk) ji aliyê parlementoyê ve hat redkirin.

Nûnerekî bajarê Ormiyê li parlementoya Îranê bi navê Nadir Qazîpûr, ku kesekî nijadperest û dijberê kurdan e, li ser wê pêşniyarê gotiye, ew pêşniyar tenê şovekea hilbijartina e û nûnerê bajarê Xoy bo veşartina xemsariyên xwe ew pêşniyar kiribû.

Qazîpûr her wiha gotiye, çêkirina eyaletek li nav eyaleta “Azerbaycana Rojava” bi temamî bi ziyana wê herêmê û xelkê wê ye ji ber wê jî ew bi tundî li dijî wê ne.

Nûnerê bajarê Xoy, seyîd Teqî Kebîrî jî berevanî li wê pêşniyarê kiriye û gotiye, ev 30 sal in xelkê Xoy li bendê ne bajarê wan bibe eyalet.

Kebîrî her wiha ragihandiye, devera Xoy yek ji wan deveran e ku di warê xizmetguzariyê de gelekî li paş e. Wî ew pêşniyar bo wê yekê kiriye da ku dewlet êdî wê deverê piştguh nexîne.

Bajarê Xoy, piştî Ormiyê duyemîn bajarê eyalet Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Li Xoy ji bilî kurdan, turkên azerî, mesîhî, ermenî û cihû jî dijîn. Nifûsa Xoy li gorî amara sala 2017, derdora 350 hezar kes e.

Xoy dikeve nêzîkî sînorê Bakûrê Kurdistanê û bajarekî gelekî kevn e. Kevnartiya wî bajarî digihê 7 hezar salan. Rêka navdar ya hevrîşimê li nav Xoy re derbas dibe.

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da