Parlementoya Awrûpayê xwest dorpêçan deynin ser Tirkiyê

.

Parlementoya Awrûpayê bertekê li hemberê kiryarên Tirkiyê nîşan da û xwest Tirkiyê ji biryara vekirina perçeyekî ji Maraşa Kibrisê vegere, mijara Kibris li ser bingeha du federasyonan bê muzakerekirin û eger nebe, divê Yekîtiya Awrûpa dorpêçan deyne ser Tirkiyê.

Di dengdana Parlementoya Awrûpayê de biryarekî ku Tirkiye ne mecbûre bike hat dayîn ku ew jî li ser mijara Maraş û  muzakereyên Kibrisê ye. Li ser mijara Maraşê weha hat ragihandin:

“Vekirina perçeyekî ji herêma Maraşê kiryareka Tirkiyê ya ne rewa û qanûniye. Divê biryar betal bibe û herêm dewrî xelkê ku di wê wextê de li Maraşê bûn, bêkirin û demografiya herêmê neguhire.”

Bi biryara Parlementoya Awrûpayê tenê niyeteka paqij, li gor pêdiviya hûqûqa navdewletî bi diyalog bê çareserkirin, bi dîplomasiyê û muzakereyan mijar bê çareserkirin û eger çareser bibe, wê bo fêdeya temamê welatên herêmê be.

Eger xalên li jorê nên çareserkirin, ji Yekîtiya Awrûpayê hat xwestin ku dorpêçan deynin ser Tirkiyê.

 

Cîhan Haberleri

Êzidî û Xiristiyan li dijî guhertina navê Dîwana Ewqafa Olan radibin
Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?