Parlementerê berê yê HDPê: Demîrtaş tasfiye kirin

.

Parlementerê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Alî Aslan ragihand, hin aliyan Selahattin Demîrtaş ji nav HDPê tasfiye kirin û got: “Ger Demîrtaş wek hevserok bimaya, hinek nikaribûn bi kêfa dilê xwe hespê xwe bibazandana”

Parlementerê berê yê HDP M. Ali Aslan beşdarî kanala Podcast Kurdî ya ku bi Kurmancî-Zazakî weşanê dike bû û bersiva pirsên Mehmed Salih Bedirxan da. Kaplan di derbarê Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş de wiha axivî: “Bila wek serokê me di di girtîgehê de bimaya. Çi dibû?

Piştî Demîrtaş hat girtin, hevserokatiya HDPê hat guhertin, Hasîp Kaplan jî ev yek rexne kiribû.

Mehmet Alî Aslan li ser Twitterê di derbarê axaftinên Hasîp Kaplan de wiha got: “Ger Demîrtaş wek hevserok bimaya, hinek nikaribûn bi kêfa dilê xwe hespê xwe bibazanda. Ger wek hevserok bimaya di warê siyasî û hiqûqî de zehmet bû ceza wergirta. Hevserokatiya wî dê partî xurttir bikira. Hizbên ku dixwazin partiyê lawaz bikin, ew tasfiye kirin.”

Mehmet Alî Aslan di serdema 25emîn de jî Mêrdînê û di 26emîn de ji Êlihê wek parlementerê HDPê ket parlemantoya Tirkiyê. Aslan ji ber ku partiya wî sîyasetek cudakirinê dimeşan û ji prensîbên avakirina partiyê dûrketiyê di 25ê Mijdara 2019an de ji partiya xwe îstîfa kir.

Mehmet Alî Aslan du geran li ser lîsteya HDPê parlamenter bûye. Di gera 25an a parlamentoya Tirkiyê de Mehmet Alî Aslan parlamenterê HDPê yê li Mêrdînê û di gera 26an de jî parlamenterê HDPê yê li Dîlokê bû.

Aslan ji ber rexneyên xwe yên li ser siyaseta HDPê ku diyar kiribû, HDP ji prensîpên xwe yên bingehîn ên di dema damezrandinê de dûr ketiye, di 25ê Mijdara 2019an de ji wê partiyê îstîfa kiribû.


 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da