Parlementera Gorranê: "Jinên pêşmergeyên şehîd laşê xwe difroşin"

"jinên pêşmergeyên şehîd ji neçarî laşê xwe difroşin jibo ku bikaribin zarokên xwe xwedî bikin."

Parlementera Gorannê Sirwe Ebdulwehîd di çavpeketineka televîziyonî li gel kanala Dicleyê de got ku "jinên pêşmergeyên şehîd ji neçarî laşê xwe difroşin jibo ku bikaribin zarokên xwe xwedî bikin."

Van gotinên parlementera Gorranê bertekên dijwar li dûv xwe dirûstkirin.

Endama komîteya mafê jinan di parlementoya Kurdistanê de, Heyat Mecîd Perxî, ji Basnews re li ser vê babetê wisa axift: "Em xwedî hezarên şehîdane ku malbatên wan karîn zarokên xwe perwerde bikin û niha gelek ji wan zarokan bûne doktor, endeziyar û mamoste. Ev malbat ti carî teslîm nebûn. Jibo vê yekê gotinên wisa sivikatiyeka mezin e." Her weha Perxî got ku dozgeriya giştî pêwîste li hmberî vê babetê bêdeng nemîne.

Tevgera Gorranê di sala 2009 de ji bal grûpek kardoyên payebilind ku ji Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) cudabûbûn hate damezrandin. Rêveberê giştî yê Gorranê Noşîrwan Mistefa ye. Ev tevger bi dirûşmên çaksazî, demokrasî û modernîzmê xwe da nasîn, lê ew niha tênê bi nêzîkbûna xwe ji Iran û Malikî, û bi dijîtya xwe jibo Partiya Demokrata Kurdistanê deng vedaye.
(E.B)  

 

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê