Parlamentoya Kurdistanê merasîma bîranîna Barzaniyê nemir li dar xist

.

Ji bo  42emîn salvegera koça dawî ya Barzaniyê nemir, Li Parlamentoya Kurdistanê, merasîmeke hat lidarxistin û tacegula Serokatiya Parlamentoyê û hemû fraksiyonan li pêş wêneyê Barzaniyê nemir hat danîn.

Îro 42 sal ji ser koça dawî yê rêberê bizava rizgarîxwaziya gelê Kurd re derbas bû û di vê salvegerê de jî Parlamentoya Kurdistanê merasîmeke bibîranînê li dar xist. Di merasîmê de, ji bo rêzgirtina li xebata dehan salan a Barzanî ya ji bo serwerî û azadiya gelê xwe tacegulên hemû fraksiyonan û Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê, li pêş wêneyê Barzaniyê nemir hate danîn.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ji çapemeniyê re diyar kir, Barzaniyê nemir, mulkê hemû xelkê Kurdistanê ye û rêveberê demdirêj ê şoreş û bizava rizgarîxwaziya Kurdan kiriye. Ji ber wê, bi beşdariya hemû fraksiyonên li Parlamentoya Kurdistanê ve, wek sembola netewî û niştimanî hate bibîranîn.

Rêberê bizava rizgarîxwaziya gelê Kurd Barzaniyê nemir, roja 14.03.1903ê li Barzanê ji dayik bû û rêveberiya bizava rizgarîxwaziya gelê Kurd kir. Roja 01.03.1979ê li Amerîkayê koça dawî kir.  

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye