Parlamentoya Kurdistanê îro civîna xwe ya dawî saz dike

Îro Çarşembî 31ê Cotmehê xûla çarem a parlamentoya Kurdistanê civîna xwe ya dawî saz dike

Cîgira Duyem a Serokê Parlamentoya Kurdistanê, Bêgerd Talebanî ragihand: Gera çarem a parlamentoya Kurdistanê di rewşeke nexweş û neasayî re derbas bû, ew jî bûye sedem ku kêmtirîn projeyasayan pesend bike, bi corekê ku ji 309 biryar û projeyasayên ku pêşkêşî parlamentoyê hatiye kirin, 31 ji wan bûne yasa, ku du ji wan jî piştî pejirandinê, bo parlamentoyê hatine vegerandin.

 

Bêgerd Talebanî herwiha hêvî dike, ku xûla pêncem a parlamentoyê weke xûla çarem nebe û dûr be ji lîstikên siyasî û parlamenter jî bi awayekê profesyonel karê xwe bikin.

 

Talebanî got: “Hêvî dikim ku me hemûyan waneyek ji demên bihorî wergirtibe, û ya ku qewimî, di xûla çarem de dubare nebe û parlamento rola xwe ya rasteqîn bibîne.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin