Parlamentoya Kurdistanê dê endamên lijneyan zelal bike

Fraksîyonên Parlamentoya Kurdistanê li lijneyan giheştin rêkeftinê û demekî nêzîk de navên endamên lijneyan dê ji serokatîya parlamentoyê re bê dayîn û hefteya pêş jî parlamento bo dengdana endamên çar lijneyên hatine zêde kirin dê kom bibe.

Navenda Nûçeyan- Fraksîyonên Parlamentoya Kurdistanê li lijneyan giheştin rêkeftinê û demekî nêzîk de navên endamên lijneyan dê ji serokatîya parlamentoyê re bê dayîn û hefteya pêş jî parlamento bo dengdana endamên çar lijneyên hatine zêde kirin dê kom bibe.

Endamê Parlamentoya Kurdistanê Zîdan Biradostî ji basnewsê re ragihand: ‘’Serok, Cîgir û biryarderên lijneyên nû û endamên wan hatine zelal kirin û demek nêzîk de fraksîyon hemû navan dê radestî serokatîya parlamentoyê bikin û parlamento jî bi dengdanê ve dê endam û serokên lijneyan dê diyar bike.’’

Herwiha got: ‘’Dawiya hefteya pêş Parlamentoya Kurdistanê dê bicive û di wê civînê de deng dê lijneyên nû û rêxistinên lijneyan re bê dayîn.’’

Li gorî peyrewa navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê ku hatîye nûjen kirin, lijneyên parlamentoyê ji 15 lijneyan bûye 19 lijne û nav fraksîyonan de jî guhertin di lijne û serokên beşek ji lijneyan de hatîye kirin û parlamentoyê jî bi dengdanê ew guhertin pejirandin.

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir