Parlamentoya Kurdistanê 22yê Nîsanê weke Roja Rojnamevaniya Kurdî diyar kir

.

Parlamentoya Herêma Kurdistanê de, îro 21ê Nîsanê ya li ser pêşniyara ku 22yê Nîsanê wekî Roja Rojnamevaniya Kurdî were naskirin civiya.

Di civînê de, li ser pêşniyara aliyên pêwendîdar û lijneyên rewşenbîrî û ragihandinê û piştî şêwira li gel aliyên pêwendîdar bi dengên 101 endamên parlamentoyê roja 22yê Nîsanê wek Roja Rojnamevaniya Kurdî hate diyar kirin.

Pêşniyar biryar ji çar beşên serekê û sedemên derketina wê biryarê pêk tê û piştî pejirandinê ji aliyê endamên Parlamentoya Kurdistanê ve di rojnameya fermî ya weqayî ya Kurdistanê de dê bê belavkirin.

Roja 22yê Nîsanê ew roja ku 22yê Nîsana 1898an Mîr Mîqdad Medhed Bedirxan û birayên wî li bajarê Qahîre yê paytexta Misirê cara yekem rojnameyeke kurdî bi navê Kurdistan derxistine ye.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye