Parlamentoya Iraqê bawerî da 14 wezîrên kabîneya Adil Ebdulmehdî

Şeva bihorî parlemena Iraqê dengdan li ser 14 wezîrên hikûmeta nû ya Iraqê kir û dengana li ser 8 wezîrên din jî bo civîna 6ê Mijdara bihê hat paşxistin.

Parlamentoya Iraqê duh bi şev civiya û di vê civînê de dengdana li ser beşek ji kabîneya hikûmeta Adil Ebdulmehdî hate kirin.

 

Serokwezîrê erkdarkirî yê bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, Adil Ebdulmehdî di civîna duh şev de lîsta navê wezîrên kabîneya xwe pêşkêşî parlamentoyê kir û piştre parlamenteran deng li ser hejmarek ji wezîrên pêşniyarkirî dan. Di dengdanê de parlamentoyê 14 wezîrên pêşniyarkirî pejirand.

 

Di nava wezîrên pêşniyarkirî de yên ku di dengdana parlamentoyê de wezîrtiya wan hate pejirandin, du wezîrên Kurd jî hene k user bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve ne û ew jî Fuad Hisên û Bengîn Rêkanî ne.

 

Di kabîneya Adil Ebdulmehdî de, Fuad Hisên weke Wezîrê Darayî yê Iraqê û Bengîn Rêkanî weke Wezîrê Avadankirin û Niştecîhbûnê hatine diyarkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin